‘Rêya aştiya Tirkiyeyê ji Roboskê derbas dibe’ 2022-09-28 15:42:40 ENQERE - Endamê Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’a Enqereyê Farûk Yazmaci da zanîn ku Komkujiya Roboskê ezmûna dewletê ye û wiha got: “Rêya avakirina aştiya Tirkiyeyê, li Roboskê derbas dibe.”    Endamên Hewldana Edalet ji bo Roboskê di 129’emîn meha Komkujiya Roboskê de ku 19 jê zarok bi giştî 34 kes bi balafirên şer ên TSK’ê hatibûn qetilkirin, daxuyanî dan. Daxuyanî li pêşiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê hat dayîn û pankarta “Bila kujer bên dîtin! Roboskê êdî tu carî” hatibû vekirin.    Endamê Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “11 sal, 129 meh, 561 hefte û 3 hezar û 927 roj bi ser komkujiyê re derbas bûn. Ewqas dem bi ser komkujiyê, bi ser tunekirina mafê jiyanê yê mirovanê me, bi ser qindakirina zarokên gelekî, bi ser êşa civakê ya domdar, bi ser necezakirina komkujerên li korîdorên Enqereyê tên veşartin û bi ser pêknehatina edaletê re derbas bûn.”    ‘XELETIYEKE JI FERMANÊ KU NIKARE PÊŞÎ LÊ WERE GIRTIN’   Bi domdarî Yazmaci, diyar kir ku rêxistinên mafên mirovan ji bo rapirsîn û lêkolînê çûne cihê komkujiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di encamê de raporek amade kirin. Di 3’yê çileya 2012’an de li Enqereyê bi raya giştî û rayedaran re parve kirin. Lêkolîna li Meclisê di demekî kin de li komîsyonê hat betalkirin, bi lez bez ji dozgeriya sivîl standin û şandin dozgeriya leşkerî. Baş e lê dê ev dozgerî çawa komkujiya hêzên wan bi xwe kirin aşkera bike? Dozgeriya leşkerî bi hinceta ‘xeletiyeke ji fermanê ku nikare pêşî lê were girtin’ şand dadgehê û serokê dadgehê jî bi nivîsa şerhê re biryara bêteqîbatê da.”    SERLÊDANA DAWÎ LI AYM’Ê YE   Di berdewamê de Yazici anî ziman ku her aliyê Komkujiya  Roboskê hatiye ronîkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rayedarên dewletê pergala necezakirinê dimeşînin. Roboskê, birîneke 11 slaî ye ku bi sînorên polîtîkaya necezakirinê ya dewletê û ya ‘bila neyê lêkolînkirin’ ve aliqiye. Kujerên wê tên parastin û veşartin. Malbatên qurbaniyan ev du sal in serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da ne lê hêj jî ev serlêdan tê sekinandin. Komkujiya Roboskê ya bûye sembola bêwijdaniyê. Rêya aştiyê ya Tirkiyeyê, li Roboskê derbas dibe. Komkujiya hatiye kirin, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Hafizeya her civakê heye û her çend ku rêya înkarê bê tercînkirin jî, ev hafize aştî û edaletê dixwaze.”