Di doza rojnameger Demîr de dê mutalaa bê amadekirin 2022-09-28 16:10:30   ENQERE - Di doza Rojnameger Hayrî Demîr de ku bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê bi rêya çapemeniyê kiriye” tê darizandin, şandeya dadgehê ji bo ku mutalaayê amade bike dosya ji dozgeriyê re şand.    Bi hinceta nûçeyên têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derheqê Rojnameger Hayrî Demîr de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê ya bi rêya çapemeniyê” doz hatibû vekirin. Di dozê de ji bo Demîr heta 32 salan cezayê hefsê dihat xwestin. Danişîna doza Demîr îro li 15’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Rojnameger Demîr û parêzera xwe Nûray Ozdogan beşdarî dozê bûn. Danişîn bi tespîtkirina nasmeyê dest pê kir û serokê dadgehê da zanîn ku rapora kesê pispor ku tê de lêkolîna materyalên dijîtal jî cih digire, li dosyayê hatine zêdekirin.    Dadgehê, da zanîn ku di rapora kesê pispor de rastî tu hêmayên sûc nehatine. Demîr û parêzera wî parastina xwe kirin û xwestin ku dadgeh biryara beraetê bide.    DÊ MUTALAA BÊ AMADEKIRIN   Şandeya dadgehê da zanîn ku dosya hatiye asta mutalaayê û ji bo ku di rûniştina din de mutalaa bê amadekirin, dosya ji dozger re şand û danişîn taloqî 4’ê cotmehê kir.