Ji bo girtiyê nexweş Ûfûk Keskîn banga berdanê kirin 2022-10-01 14:57:16 STENBOL - Di çalakiya Rûniştina F de hat diyarkirin ku xwarinên taybet ên girtiyê nexweş Ûfûk Keskîn nayên dayîn û banga berdana lezgîn a Keskîn hat kirin.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, di hefteya 549'an a Rûniştina F de li peşiya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî da. Komîsyonê, di çalakiyê de bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Ûfûk Keskîn ku li Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa T a Şakranê girtî ye. Di daxuyaniyê de pankarta "Bila girtiyên nexweş bên berdan" û timik dûrişmeyên "Mirov bi mafê xwe mirov e" ,  "Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn" , "Tedawî maf e nikare bê astengkirin" û Bila Ûfûk Keskîn bê berdan" hatin berzkirin.    GELEK NEXWEŞIYÊN KESKÎN HENE   Daxuyaniya ku ji bo balkişandina rewşa Ûfûk Keskîn hatibû amadekirin ji aliyê Serokê Şaxa ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî ve hat xwendin. Yolerî, diyar kir ku rewşa girtiyên nexweş giran dibe û ji ber vê hejmara girtiyên nexweş ku jiyana xwe ji dest didin zêde dibe û bi van gotinan bal kişand ser rewşa girtiyê  nexweş Ûfûk Keskîn: "Nexweşiyên mîna Tip1 diyabet, Çolyak, Sorbûna laş, Dermatis Hipotifermis, alerjiya laktozê, fitiqa sûtî û piştê, Raynaud Fenomenî, gastrît, alerjiya toz ve kufê; nexweşiyên diran û gurçikan jî bi Keskîn re hene."   Di berdewamê de Yolerî, destnîşan kir ku di şertên girtîgehê de ne pêkan e ku tedawiya Keskîn bê kirin û bang kir ku Keskîn bê berdan û tedawiya wî li derve bê kirin.    Piştî daxuyaniyê bavê Keskîn Fahrettîn Keskîn jî axivî û xwest ku kurê wî bi awayekî lezgîn  bê tedawîkirin.