Li Duzceyê erdhejeke bi pileya 4.3’yan çêbû 2022-11-27 10:49:54   STENBOL – Li Duzceyê bi pileya 4.3’yan erdhejek pêk hat.    Rasatxaneya Kandîlliyê da zanîn ku îro di danê sibehê saet di 06.57’an de li navçeya Dongellî ya Duzceyê 17 kîlomîtroyan li bin erdê bi pileya 4.3’yan erdhejek çêbûye. Her wiha AFAD’ê jî erdhej li ser malpera xwe ya înternetê parve kir.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 23’yê mijdarê de jî li Duzceyê bi pileya 5.9’an erdhejek pêk hatibû.