Cenazeyên 17 leşkeran anîn Colemêrgê 2022-11-27 10:50:28   COLEMÊRG - Cenazeyên 17 leşker û cerdevanên ku tê gotin li Zap, Avaşîn û Metînayê hatine kuştin, anîn nexweşxaneyên Colemêrgê.    Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêman Federe ya Kurdistanê berdewam in. Şer û pevçûnên li herêmê roj bi roj dijwartir dibin. Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê di daxuyaniyên xwe yên di 25 û 26’ê mijdarê de ragihand ku leşkerên bi navên Eyup Ûgûrlû, Mehmet Demîr, Dûabey Onûr Ozturkmen, Mûstafa Yildiz û Îsmaîl Unal di şer de hatine kuştin. Her wiha ji 3 cerdevanên ji ber brûskê birîndar bûyîn ê bi navê Mûstafa Işik, mir.     ‘17 CENAZE ANÎN’   Her wiha di rojên dawî de 17 cenazeyên leşkeran anîn nexweşxaneyên navçeya Colemêrgê. Cenazeyên hinek leşkeran jî li Balafirgeha Geverê bi balafirên kargoyê şandin bajarên wan. 11 leşker û cerdevanên di heman pevçûnan de birîndar bûyî jî anîn Nexweşxaneya Sahrayê ya Serê Sevê û Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê. Hat ragihandin ku yek jê giran 3 cerdevan jî bi helîkoptaran anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Pêrwerdeyê ya Wanê.    Hat zanîn ku li ser xeta sînor di baregehên leşkerî û qereqolan de dest danîne ser telefon û amûrên dijîtal ên leşkeran.    Her wiha li gund û herêmên nêzî cihên pevçûn lê diqewimin, ceyran hatiye qutkirin û leza înternetê jî hatiye kêmkirin.