Polîsan li Taksîmê ciwanek kuşt 2022-11-27 11:44:40   STENBOL – Li Taksîmê bi îdiaya ku guh nedaye hişyariya “raweste”, polîsan gule li ciwanê bi navê Goktûg Efe Yilmaz barandin û kuşt.    Şevê din li ser agahiya şerê çekdarî, polîs çûn Kolana Mîs a li Taksîm a Stenbolê. Di wê kêliyê de polîsan guley li lingê kesê bi navê E.T. xist û birîndar kir. Her wiha polîs ketin pey 5 kesên ji cihê bûyerê reviyayîn. Li gorî îdiayan; kesên direviyan guh nedan hişyariya “raweste” ya polîsan. Li ser vê yekê li Tarlabaşiyê pevçûn derket. Di encama pevçûnê de polîsê bi navê M.B.E. ji lingê xwe birîndar bû û di encama gulebarana polîsan de gule li singê ciwanê bi navê Goktûg Efe Yilmaz ketin û û jiyana xwe ji dest da.