Dewleta tirk gundê Eyn Deqnê û Balafirgeha Minixê topbaran dike 2022-11-27 11:55:15   NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta tirk Balafirgeha Minixê û gundê Eyn Deqnê yê li herêma Şehbayê topbaran dike.   Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber didomin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê di van kêliyan de Balafirgeha Minixê ya li Kantona Şehbayê û gundê Eyn Deqneyê topbaran dike.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta tirk şevê din saet di 01.00’an de balafirgeh bombebaran kiribû.