ESU: Divê NY li dijî êrişên Tirkiyeyê bikeve nava liv û tevgerê 2022-11-27 12:03:57   David Vergili *   Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Di şeva 23’yê cotmehê de Balefirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) ên artêşa tirk,  Akademiya Leşkerî ya Fermandariya Giştî yên Suryan û Sotoroyê ya rojhilatê (hêzên polîs) Tirbespiyê ya Qamişloyê hedef girtin. Di 24’ê cotmehê de jî gundên Tirbespiyê yên suryanan, bi çekên giran û topên hawanan  hatin bombebarankirin. Yekitiya Suryanan a Ewropayê (ESU) têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyaniyek weşand.    BANG LI HÊZÊN NAVNETEWEYÎ KIR   Daxuyaniya ESU’yê ya têkildarî êrişên Tirkiyeyê wiha ye:  “Em wek saziyeke suryanên ji ber tundî, talan û sepanên antîdemokratîk ên ji welatên xwe koçî Ewropayê kirine, bang li hêzên navneteweyî û cemaweriya cîhanê dikin ku li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî helwest bin. Wekî ku tê zanîn, êrişên Tirkiyeyê ku bi dehan balefirên şer û çekên pêşketî li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bûne sedema gelek mirinan û ziyanên madî. Ev demekî dirêj e Tirkiye, bi hêzên cîhadîst ên ku piştgirî dide wan, li gelek herêmên Irak û Sûriyeyê operasyonan pêk tîne. Di çarçoveya van operasyonan de hinek qad dagir kirin, demografyaya herêmê guherand û rê li ber koçberiyê vekir.  Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sedan jîngehên gelê suryan rastî êrişan hatin.    JIYANA SURYANAN TALUKEYÊ DE YE   Ji 19’ê cotmehê heya îro ji bajarokê Amûdê heya Dêrikê, gelek jîngeh û binesaziya gelek herêman (bîrên petrolê, îstasyonên sotemeniyê, navendên hilberîna ceyranê, depoyên genim, dibistan, nexweşxane û kargeh) hatine hedefgirtin. Ji ber vê yekê jiyan û pêşeroja suryanên li gund û bajarên Qamişlo, Hesekê, Kahtaniyê, Dêrik, Til Temîr dimînin di talukeyê de ye. Di bin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gel û baweriyên cuda yên suryan, kurd, ermen, ereb bi hev re dijîn. Ev gel jîngehên xwe bi hev re birêve dibin, bi derfetên xwe û piştgiriya hêzên navneteweyî têkoşîna hebûnê didin.    AKP AŞTIYA CIVAKÎ TUNE KIR   Ev rêveberiya heyî di Rojhilata Navîn de ji bo modêla Xweseriya Demokratîk çavkanî û pêşeng e lê belê ji hêla dewletên statûkoparêz ve ji holê tê rakirin. Ev siyaseta înkarê ku nirxên mirovahiyê binpê dike, ji sed salan zêdetir e ku li dijî gelê suryan tê meşandin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî hovîtiya DAIŞ û hêzên cîhadîst ên ku Tirkiye çek dide wan, berxwedaneke mezin raber dikin û hebûna xwe diparêzin. Gelek piştgiriya Amerikayê û dewletên Ewropayê jî çêbû. Lê belê Hikûmeta AKP û MHP'ê naxwaze nasnameyên cuda, rêveberiyeke demokratîk pêş bikeve, dixwaze li gor berjewendî û feraseta xwe ya nijadperest herêmê veguherîne qada pevçûnê. Ji ber siyaseta dijbertî û cudakirinê, aştiya civakî ji holê tê rakirin. Ji ber polîtîkayên şer ên hikûmeta Dewleta Komara Tirkiyeyê tu ewlehî û aramiya suryan û filehan li Tirkiye û welatên cînar de dijîn nemaye. Ji ber vê sedemê em wek Yekitiya Suryanan a Ewropayê di serî de ji Dewletên Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî, NATO’yê dixwazin ku ji bo parastina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikevin nava liv û tevgerê û piştevaniyê bikin.”   * Rojnamevan