Di wesayîta cenazeyan a şaredariya AKP’î de tiryak hat desteserkirin 2022-11-27 12:21:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Di wesayîta veguhestina cenazeyan a Şaredariya Yuregîrê ya AKP’î de, di nava 4 tabûtan de 5 kîlo û 810 gramên tiryakê hatin desteserkirin.    Di tabûtên wesayîta veguhestina cenazeyan a Şaredariya Yuregîrê ku di bin rêveberiya AKP’ê de ye, tiryak hat desteserkirin. Li gorî nûçeya ANKA’yê; Amirtiya Buroya Operasyon û Lêpirsînan a Şaxa Midûriyeta Têkoşîna li Dijî Sûcên Narkotîkê ya Edeneyê, di 21’ê mijdara 2021’an de li ser îxbata ku dê wesayîta veguhestina cenazeyan a Şaredariya Yuregîrê ya bi plakaya 01 ADT 406 gelek tiryakê bîne, opersayon kir. Wesayîta veguhestina cenazeyan di heman rojê de di ketina rêbeja D-400’ê ya li Ceyhanê hat dîtin û polîsan dest bi şopandinê kir. Wesayît dema li ser rêya D-400’ê ber bi Edeneyê ve diçû, di heman rojê saet derdora 17.00’an de li Noqteya Polîsan a Çîmentoyê hat sekinandin. Hat zanîn ku di wesayîtê de du zarok jî li cem ajokar bûn.    Di wesayîtê de lêgerîn hat kirin û di encamê de di nava 4 tabûtan de sê pakêtên tiryakê hatin desteserkirin. Li ser vê yekê ajokar hat binçavkirin. Ajokar, di îfadeya xwe de diyar kir ku tiryakê bi kar tîne û tiryaka hatiye dîtin jî ji xwe re biriye. Ajokarî destnîşan kir ku di nava mehekî ji tiryakfiroşên ku nas nake 850 gramên tiryarkê kirîne, beşekê wê bi kar aniye û para din jî li malê hatiye desteserkirin.    Ajokar, hate girtin û derheqê wî de bi sedema “bazirganiya tiryakê” îdianame hat amadekirin û hat xwestin ku cezayê hefsê yê ne ji 10 salan kêmtir lê were birîn. Di îdianameyê de hat gotin ku di wesayîtê de 5 kîlo û 810 gramên tiryakê hatine desteserkirin. Doza ajokar berdewam dike û hat zanîn ku ji Şaredariya Yuregîrê dawî li karê wî aniye. ANKA’yê têkildarî mijarê ji Serokê Şaredariya Yuregîrê Fatîh Mehmet Kocaîspîr kir lê bersiv neda.