Malbata Şenyaşar: Em ê bêhêvî nebin 2022-11-27 13:44:38   RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 629’an de didome. Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam da: "Tevî her tiştî jî em ê bêhêvî nebin."   Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê hatibû destpêkirin, di roja 629’an de berdewam dike. Di dawiya hefteyê de edliye girtî ye lewma malbatê nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand.     Têkildarî nobetê malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: "Neheqî li kê bê kirin bila bê kirin (girîngiya zayendê, ziman, ol û beweriyê qet tune ye) divê em pev re li hember bisekinin. Tevî her tiştî jî em ê bêhêvî nebin."