Li Mêrsînê 25 kes sê roj in di binçavan de ne 2022-11-27 14:17:18   MÊRSÎN – Di 25'ê mijdarê di encama serdegirtinên malan de 25 kes hatibûn binçavkirin û ev 3 roj in di bin çavan de tên ragirtin.     Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê bi îdiaya "amadekariyên çalakiyan dikin" lêpirsîn dabû destpêkirin û di vê çarçoveyê de polîsan di 25'ê mijdarê de li navçeyên Tarsûs, Toroslar, Akdenîz û Yenîşehîrê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de 25 kes hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan 10 jê birin Fermandariya Cendirmeyan a Mêrsînê û 15 jî derbasî Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê hatin kirin. Her 25 binçavkirî jî ev 3 roj in di bin çavan de tên ragirtin.