HSD’ê bîlançoya êrişan eşkere kir 2022-11-27 15:00:36   NAVENDA NÛÇEYAN – HSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya êrişên dewleta tirk ên di rojên 25-26’ê mijdarê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine kirin, eşkere kir.    Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), têkildarî êrişên dewleta tirk ên di 25-26’ê mijdarê de li dijî bakur û Rojhilate Sûriyeyê hatine kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di encama êrişên bi top û tankan ên dewleta tirk de ziyaneke mezin gihiştiye saziyên xizmetê û erdên welatiyan.  HSD’ê, êrişên dewleta tirk weke sûcekî li dijî mirovahiyê pênase kir û got ku ev êriş bi zanebûn tên kirin.    HSD’ê bîlanço wiha eşkere kir.    “ÊRIŞÊN 25’Ê MIJDARÊ    * Gundên Um El Kêf, Gozeliyê, Dirdara, Tewîla û Til Tewîl ên Til Temir a Herêma Cizîrê bi 15 obûsan hatin topbarankirin.    * Gundên Til El Werd, Esediyê û Bobî yên Zirganê yên Herêma Firatê bi 6 obûsan hatin topbarankirin. Her wiha bi doçkayan hatin gullebarankirin.   * Gundên Ziyaret, Zormixar, Til Ehmed Mûnîr, Goran, Xirbîsan û bajaroka Şiyûx Foqanî ên Kobanê ya Herêma Firatê bi 12 hawanan hatin topbarankirin.   * Gundên Hoşan, Evdokê, Sifiyan û Til Xan ên Girê Spî yên Herêma Firatê bi obûs, hawan û tankan hatin topbarankirin.   * Gundê Fatisa yê Eyn Îsa ya Herêma Firatê bi 10 obûsan hatin topbarankirin.   * Gundê Qert Wêran ê Minbic a Herêma Firatê bi 2 obûsan hat topbarankirin.   ÊRIŞÊN 26’Ê MIJDARÊ    * Gundên Şewarqa, Tinib, Tatmaraş, Malikiyê, Merenaz, Elqemiyê, Meyasê, Soxaneke, Bêne, Aqîbê, Qinêtira, Til Enab, Samûqa, Til Madîq, Şêx Îsa, Bêlûniyê, Minix, Til Ecar, Zîwan, Şealê, Seddê Şehba û bajaroka Til Rifatê yên Herêma Efrînê bi 311 obûs, 117 hawan û bi 5 guleyên tankê hatin topbarankirin.   * Li gundê Til Madîq ê herema Şehbayê hewldana êrişê ya çeteyan çêbû.   * Balafirên şer ên artêşa tirk gundên Şewarxa û Minixê bombebaran kirin.   * Gundên Ebûş, Şêx Elî, Dirdara, Gozeliyê û Til Leben ên Til Temir a Herêma Cizîrê bi 11 obûsan hatin topbarankirin.   * Gundên Til El Werd, Xirbe Şiyîr, Rabîat, Zihêriyê, Bobî, Esediyê û Newala Kura yên Zirganê bi 15 obûsan û 3 hawanan hatin topbarankirin. Her wiha bi doçkayan hatin gullebarankirin.   Îro di seetên ber bi sibehê de çeteyên dagirker ji bo ku êrişî heremên me bikin li baregehê Evdilhey a girêdayî Zirganê kom bûn. Hêzên me li hemberî vê komên çeteyan seet di 04.30’ê sibehê de çalakiyek li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 6 çete jî birîndar bûn.   * Gundê Eyn Dîwar, Xerazreşk û Deriyê Sêmalka yên Herêma Cizîrê bi obûsan hatin topbarankirin.   * Gundên Xerîb, Beyadê, Çariqlî, Ziyaret, Qeremox Zorava, Zormixar, Gulteb, Cîşan, Siftek, Izahê, mezra Dawûd û bajaroka Şiyûx Foqanî yên Kobanê bi obûs û hawanan hatin topbarankirin. Di encamê de li gundê Çariqlî leşkerekî hikûmeta Şamê birîndar bû.   * Gundên Evdokê, Dibis, Hoşan, Xan, Qertel û Kampa Eyn Îsa yên Girê Spî bi hawanan hatin topbarankirin û bi doçkayan hatin gullebarankirin.   * Gundê Fatisa yê Eyn Îsayê bi 5 obûsan hat topbarankirin.   * Gundên Qert Wêran, Toxar û Çiyayê Elhemam ên Minbicê bi 7 hawan û 4 obûsan hatin topbarankirin.   * Bajarokên Um El Beramîl û Kenterî yên Tirwaziyê bi 6 guleyên tankê hatin topbarankirin.”