Li Colemêrgê 3 jê jin 16 kes hatin binçavkirin 2022-11-27 15:30:46   COLEMÊRG – Di encama serdegirtinên malan ên li Colemêrgê de 3 jê jin bi giştî 16 kes hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê de polîsan di danê sibehê de li navenda Colemêrgê û navçeyên wê yên Gever û Şemzînanê bi ser gelek malan de girtin. Hat zanîn ku lêpirsîn bi îdiaya “Alîkarîdayîna rêxistinê”, “parvekirinên li ser medyaya civakî” û “propagandaya rêxistinê” hatiye destpêkirin û derheqê 17 kesan de biryara girtinê hatiye dayîn. Di encama serdegirtinên malan de li navenda Colemêrgê 5, li Geverê 6 û li Şemzînanê jî 5 kes hatin binçavkirin. Kesek jî hêj nehatiye binçavkirin. Kesên binçavkirî birin midûriyetên emniyetê yên navend û navçeyan.    Navên kesên hatine binçavkirin ev in: “Leşker Tarhan, Oruç Berkan Ertuş, Omer Açar, Samet Avci û  Medîne Kar li navenda Colemêrgê, Agît Onal, Serkan Işik, Eren Guneç, Mûjde Akîn, Îkram Karaman û kesekê navê wî nehat zanîn li Geverê û Aris Erbaş, Zînê Kazanci, Aydin Taşçi, Cengîz Çelîkbaş û kesekê navê wî nehat zanîn jî li Şemzînanê hatin binçavkirin.”