Piştî kuştina leşkeran Akar çû ser sînor 2022-11-27 15:31:54   NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar û komeke fermandaran, piştî ku li Zap, Avaşîn û Metînayê gelek leşker hatin kuştin, çûn Colemêrgê.    Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar û komeke fermandaran, piştî ku pevçûnên li Zap, Avaşîn û Metînayê dijwar bûn û gelek leşker hatin kuştin, hatin Colemêrgê. Akar, duh piştî ku hat Navenda Tevgerê ya Fermandariya Hêzên Bejahî bi Serokê Serfermandariyê Serleşker Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejahî Serleşker Mûsa Avsever, Fermandarê Hêzên Behrê Fermanderya Ercument Tatlioglû û Fermandarê Hêzên Hewayî Serleşker Atîlla Gulen pev re hatin navçeya Geverê. Akar û koma li gel piştre çûn ser xeta sînor.