Li Colemêrgê ji ber berfê rêya 155 gund û mezrayan hate girtin 2022-11-27 15:58:28   COLEMÊRG – Li Colemêrg û navçeyên wê duh berfeke zêde barî û li navend û navçeya wê Geverê rêyên 45 gund û 110 mezrayan hatin girtin.    Ji duh heta danê sibeha îro li Colemêrg û navçeya wê Geverê berfeke zêde bariya. Ji ber barîna berfa zêde, rêyên 45 û 110 mezrayên girêdayî navend û Geverê hatin girtin. Komên paqijkirina rêyan ên girêdayî Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên girtî dest bi xebatê kirin. Hat diyarkirin ku berf li navenda bajêr 10 û li cihên bilind jî 40 santîman barî ye. Şaredariya Geverê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, heta van kêliyan jî rê paqij nekirine. Ji ber barîna berfê gelek dar şikestin û li hinek deveran jî stûnên ceyranê qulipîn.   Ji ber ku qeyûm deriyên rogaran paqij nekirine, ava berfê li ser rêyan kom bûye.