MEBYA-DER bi malbatan re hate ba hev 2022-11-27 16:29:59   AMED - MEBYA-DER, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li Bismilê bi malbatên ku zarokên wan di demên cuda di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn re hate ba hev.   Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dêrgûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER),  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatê Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ya Amedê, li avahiya HDP’a Bismilê bi malbatên ku zarokên wan li cih û dîrokên cuda di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn re hatin ba hev.    Hevdîtin, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag axivî. Karadag, anî ziman ku li Amedê gelek kesan di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Lê belê me hêjta xwe negihandiye hemû malbatên wan. Em rexnedayîna xwe didin wan malbatan.”   ‘DEMA XWEDÎDERKETINA LI NIRXAN E’   Bi domdarî Karadag, diyar kir ku gelê kurd di pêvajoyeke girîng û giran re derbas dibe û wiha domand: “Dewleta tirk li Kurdistanê çekên kimyewî û yên qedexekirî bi kar tîne. Dema mijar dibe kurd, dewletên navneteweyî li hemberî van sûcan bêdeng dimînin. Desthilatdarî, ji bo domandiya desthilatdariya xwe serî li her rêbazê dide û êrişî gel dike. Divê em li hemberî van êrişan bisekinin û xwe bêhtir bihêz bikin. Îro, dema xwedîderketina li nirxan û yekitiyê ye.”