TMMOB’a Amedê: Binçavkiriyan di zûtirin demê de berdin 2022-11-27 16:55:17   AMED - Lijneya Koordînasyona Bajêr a TMMOB’a Amedê bi daxuyaniyekê xwest ku 40 kesên duh di encama operasyonan de hatin binçavkirin bên berdan û wiha got: “Dê tundiya we ya darazê ya sîstematîk me netirsîne û dê me ji têkoşîna me neke.”    Lijneya Koordînasyona Bajêr (ÎKK) a Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Amedê têkildarî 40 kesên duh li Amedê bi hinceta îxbareke bêbingeh di encama serdegirtinan malan de hatin binçavkirin daxuyaniyek da. Daxuyanî li avahiya lijneya koordînasyonê hat dayîn. Hevserokê Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê Ferît Kahraman di daxuyaniyê de diyar kir ku di şert û mercên heyî de mimkin nîne ku mafê jiyanê li welêt bê bicihanîn û da zanîn ku di lêgerînên herî biçûk ên ji bo mafên demokratîk de jî welatî di encama serdegirtinên malan de tên binçavkirin û girtin.    Bi domdarî Kahraman diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê bi polîtîkaya zext û tundiyê binpêkirinên mafan zêdetir kirine û wiha bi dawî kir: “Li şûna ku bo aştî û demokrasiyê gavan biavêje, berevajî vê serî li rêbazên zordest dide. Banga me ji bo desthilatdariyê ku dixwaze hukmê xwe bidomîne; di serî de hempîşeya me Kiymet Yildiz, hemû kesên bi sedemên bêbingeh hatine binçavkirin di zûtirin demê de berdin. Bi tundiya darazê ya sîstematîk hûn dê nekarin me bitirsînin. Weke parastvanên mafan ên vî bajarî, em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.”