Amedsporê li deplasmanê Înegolspor 2 û 0 têk bir 2022-11-27 17:55:40   AMED - Amedspor tevî ku li deplasmana Înegolsporê 10 kes ma jî maç 2 û 0 qezenç kir.   Di Koma Spî ya Lîga 2’yemîn a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Amedsporê di heftaya 15’emîn de li deplasmana Înegolsporê list. Amedsporê maç 2 û 0 qezenç kir. Beşa yekemîn a maçê de Mûstafa Seyhan ê Amedsporî di deqîqeya 44'an de ji ber ku qerta 2’yemîn a zer wergirt, ev qert bû qerta sor û Seyhan ji vê deqîqeyê şunde tîma xwe 10 kes hişt. Her du tîman jî di beşa yekemîn a maçê de gol neavêtin û beşa yekemîn bi vê encamê bi dawî bû.    Di beşa duyemîn de her çiqas Amedspor li hemberî Înegolsporê yek kes kêm bilîze jî dest ji lîstika xwe neberda. Di maçê de di deqîqeya 65’an de ji Amedsporê Mansûr Çalar gol avêt û tîma xwe li hemberî Înegolsporê 1-0 pêş xist.  Pişti 12 deqîqeyan an ku di deqîqeya 77’an de vê carê Raşît Yontem ê Amedsporî gol avêt û encam bû 2-0. Pişt re tu gol nehatin avêtin û Amedsporê, Înegolspor 2 û 0 têk bir.    Amedsporê vê hefteyê jî 3 pûan wergirtin û puanên xwe kirin 30. Amedsporê di lîgê de rêza xwe ya yekemîn parast. Înegolspor jî di lîgê de bi 13 pûanan di rêza 17’an de ma.