Li Şirnexê 9 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan 2022-11-27 18:32:06   ŞIRNEX - 9 kesên ku duh di encama serdegirtina polîsan a malan de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.     Polîsan duh li navçeyên Silopiya, Cizîr, Hezex û Elkê yên Şirnexê bi ser malan de girtibûn. Di encama serdegirtina malan de bi giştî 9 kes bi hinceta ku derheqê wan de îxbar heye hatibûn binçavkirin. Kesên ku hatibûn binçavkirin pîştî wergirtina îfadeyên wan ên li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê îro hatin berdan.