Di êrişan de 3 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan 2022-11-27 18:59:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên dewleta tirk de 3 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan.    Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), ragihand ku di êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de leşkerên Sûriyeyê bûne hedef. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku di bombebarana li dijî gundê Tinibê yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê de 3 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dane.    KONVOYA RÛS DI HEDEFÊ DE YE   Li aliyê din hate diyarkirin ku konvoya leşkerî ya Rûsan ku ji bo ji hêzên hikumeta Şamê re malzemeyên lojîstîk bibe ber bi Til Gerabîtê ve çûye hedef hatiye girtin. Hate diyarkirin ku ji ber êrişê konvoy paş ve vegeriyaye û di konvoyê de tu xesar çênebûne.