Rojnamevan Evren: Jin nêzîkî azadiyê ne 2022-11-27 20:27:45   KOCAELÎ - Rojnamevan Kîbriye Evren a di panela DAD’ê de axivî, diyar kir ku ji ber jin nêzî azadiyê ne di hedefa AKP’ê de ne û wiha got: “Em ê bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ têkoşînê pêş ve bibin.”   Meclîsa Jinan a Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD), di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî de li Malacemê ya Dayika Fatma ya li navçeya Gebze ya Kocaeliyê panelek li dar xist. Di panela ku moderatoriya wê Hevseroka DAD’ê ya berê Nergîs Guzel kir de gelek jinên elewî lê amade bûn û pankarta “Em bi baweriya xwe, xwe bi rêxistin dikin, bi berxwedana xwe azad dibin” hate daliqandin.    JÎNA Û NAGÎHAN HATIN BIBÎRANÎN    Panel bi rêzgirtina di kesayeta Jîna Emînî û Nagîhan Akarselê de ji bo hemû jinên hatin qetilkirin hate kirin dest pê kir. Axaftina destpêkê ya panele moderator Nergîs Guzel kir. Guzel, da zanîn ku her roj jin tên qetilkirin, piştî vekişîna ji Peymana Stenbolê destkeftiyên jinan zêdetir hedef tên girtin û komkujî her ku diçe zêdetir dibin.    DI 10 SALAN DE 2 HEZAR 500 JIN HATIN QETILKIRIN    Rojnamevan Kîbriye Evren jî da zanîn ku di salên dawî de ji 2 hezar û 500’an zêdetir jin hatine qetilkirin û anî ziman ku jin herî zêde ji aliyê zilamên di nava malbatê de hatine qetilkirin.     ROJNAMEVANÊN JIN ÊN GIRTÎ   Evren, bal kişand ser gotinên AKP’ê yên “yek netew û yek al” û wiha berdewam kir: “Qanûneke torbe derdixînin, di nava wê de têkildarî elewiyan tiştek nîne. Nêzîkatiyeke ku aliyê elewiyên ê wekhev û laîk nabîne heye. Elewî li dijî vê qanûnê ne. AKP dibêje ‘dê zilam û sunnî’ be. DAD û em rojnamevan li dijî vê yekê têdikoşin.”   Evren, bi bîr xist ku ji 25 xebatkarên çapemeniya azad ên di mehên dawî de hatin girtin 10 jê jin in û wiha pê de çû: “Sedemê ku AKP ev qas hedef digire, ji ber ku jin zêdetir nêzî azadiyê bûne.”   25’Ê MIJDARÊ     Evren, bal kişand ser astengkirinên çalakiyên 25’ê Mijdarê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “AKP’ê di nava van deh rojan de hema bêje li tu deran destûr neda ku jin derkevin kolanan. Nêzî 500 jin hatin binçavkirin, lingên jinan hatin şikandin, tundî li wan hate kirin. Çima? Ji ber jin li dijî tundiya serdestiya mêr daketin kolanan û hişmeniya AKP’ê teşhîr kirin. Em êdî qetilkirina jineke din qebûl nakin.” Evren, bi lêv kir ku kesên tundiyê li jinan dikin bi polîtîkayên bêcezatiyê tên parastin.    BERXWEDANA ‘JÎNA EMÎNÎ’   Evren, a jinên di salên borî de hatin qetilkirin bi bîranîn û anî ziman ku bi komkujiyan re ji wan re peyama: “Hûnê li malên xwe rûnin, hûnê bibin koleyê hevjînên xwe û em ê li ser we bibin desthilatdar. Pereyên wê dê tune bin, hûn ê di bin destê me de bin” tê dayîn.  Evren da xuyakirin ku ew vê rewşê qebûl nakin û got: “Zêdeyî du meh in li Îranê berxwedanek heye. Ji bo jina kurd Jîna Emînî a ji aliyê 'polîsên exlaqê' ve hat qetilkirin, jin îro zêdeyî du meh in li Îranê têdikoşin. Li wir şoreşek tê kirin.”   JIN, JIYAN, AZADΠ   Evren, anî ziman ku dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bûye dirûşmeya bingehîn a şoreşê û got ku jin peyama “An em ê azad bibin an jî em ê bimirin didin”. Evren, anî ziman ku jin ji şoreşa jinê ya li Îranê pêş dikeve hêz digirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber vê yekê, ya ku divê em ji niha û pê ve bikin, li her devera em lê ne li dijî zîhniyeta bi serdestiya mêr dakevin kolanan. Divê em li dijî tundiya mêr a li malê bêdeng nemînin. Li dijî vê tundiyê em li ku derê bin em ê xwe bi rêxistin bikin. Eger jin bibin yek, têkoşîna hevpar bimeşînin û dakevin qadan, em dikarin li dijî zîhniyeta dewleta bi serdestiya mêr, AKP'ê têkoşînê bimeşînin. Bi pêşengiya tevgera azadiyê ya kurd em ê bi felsefeya 'jin, jiyan, azadî' têkoşînê bi pêş ve bibin.”    ‘DIVÊ LI DIJÎ TUNDIYÊ PIŞTGIRÎ BÊ WERGIRTIN’   Ji Komeleya Dema Jinê ye Psîkologa Pispor Aynûr Ayhan jî bi pêşkeşiya kir re têgînên tundiyê vegotin. Ayhan da xuyakirin ku tundiya psîkolojîk di nava cureyên tundiyê de ya herî berbiçav û giran e û destnîşan kir ku di tundiya psîkolojîk de gotinên nefretê yên sîstematîk hene. Ayhan bi lêv kir ku jin li dijî tundiya li wan tê kirin ne bi tenê ne û divê teqez di vê pêvajoyê de ji saziyên jinan piştgiriyê bigirin.   BERXWEDANA JINÊN ELEWΠ   Hevseroka DAD’ê ya Stenbolê Dîlber Aslan jî anî ziman ku jin di her qada jiyanê de rastî tundiyê tên û bi lêv kir ku jinên elewî zêdetir rastî tundiyê tên. Aslan, destnîşan kir ku elewîtî her ku diçe tê pişavtin û anî ziman ku wê bi hewldan û berxwedana xwe hewl didin çand û hebûna xwe biparêzin û wê biparêzin.    BERTEK NÎŞANÎ ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK DAN   Endama Lijneya Rêveberiya DAD’ê ya Stenbolê Ozgul Topal jî bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û êrişên dewleta tirk weke “Şerê Tirkiyeyê yê li dijî Şoreşa Rojava û têkoşîna jinan” penase kir. Topal a got ‘Kobanê ne ket wê nekeve. Nikarin vîna gelan bişikînin’ ev tişt gotin: “Helwesta li dijî kurdan nehatiye guhertin. Gelên kurd, asûrî, êzidî û elewî yên li dijî DAIŞ’ê li ber xwe dan, wê berxwedana xwe bidomînin. Em bang li we dikin ku vî şerê qirêj ên li dijî gelan dimeşînin bi dawî bikin. Ji şer re na, bila niha aştî pêk bê.”   Piştî panele loqme hatin belavkirin.