Xelata yekemîn a Mafê Mirovan û Azadiyê diyarî Jîna Emîniyê hat kirin 2022-11-27 21:03:23   AMED - Weqfa Tahîr Elçî Xelata yekemîn a Mafê Mirovan û Azadiyê diyarî Jîna Emînî kir.    Bernameyên Baroya Amedê yên ji bo salvegera Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ku di 28'ê mijdarê de hatibû qetilkirin li dar dixin berdewam dikin. Di çarçoveya bernameyan de li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê ji aliyê Weqfa Tahîr Elçî merasîma xelat dayinê ya Mafê Mirovan û Azadiyê ya yekemîn hat li darxistin.     Di destpêka merasîmê de hevjîna Tahîr Elçî Turkan Elçî diyar kir ku ew xeleta ewil a îsal tê dayîn diyarî Jîna Emînî ku li Îranê hatibû qetilkirin dikin û wiha got: “Em xelata xwe ya yekemîn diyarî Jîna Emînî dikin. Em xemgîn in ku vê xelatê diyarî bûyereke wisa dikin. Xwezî bûyereke wisa neqewimî bûya. Em piştgiriya jinên kurd, faris û efxan dikin.”   Pişt rê jî ji bo bîranîna Tahîr Elçî dimenên ku qala jiyana wî û qetilkirina wî dikin û qala Jîna Emînî dikirin hatin temaşekirin. Piştî pêşkeşkirina dîmenan Turkan Elçî xelata Mafê Mirovan û Azadiyê ya yekemîn li ser navê malbata Emînî da ferdekî malbatê.    Bernamê bi gotina stranan a stranbêjên Ma Mûsîcê bi dawî bû.