Dewleta tirk gundên Şêrawa bombebaran kirin 2022-11-27 21:32:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk gundên girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê bombebaran kirin.    Dewleta tirk gundên Zirneîtê, Meyasê û Soxanek ên navçeya Şêrawa ya girêdayî Kantona Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin. Her wiha hate diyarkirin ku li asîmanên Şehba û Efrînê liv û tevgera balafirên şer heye.