OHD: Rêbazên leşkerî wê pirsgirêkê mezintir bikin 2022-11-27 22:18:44   STENBOL - Şaxa OHD’ê ya Stenbolê, bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û wiha got: “Bi rêbazên leşkerî wê pirsgirêk mezintir bibe.”   Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê bi daxuyaniyeke nivîskî, bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da. OHD’ê bal kişand ku teqîna li Taksîmê pêk hatî ji êrişê re kirine hincet û anî ziman ku jîngeh tên bombebarankirin.    ‘DAWÎ LI ÊRIŞÊN HEWAYÎ BÎNIN’   OHD’ê diyar kir ku êriş parçeyek ji “konsepta şer” a li dijî pirsgirêka kurd e û wiha got: “Eşkere ye ku pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên şer ên bi salan e dewam dikin çareser nebûye, berovajî bi rêbazên leşkerî yên dubarekirî re pirsgirêk mezintir bûye. Em bang dikin ku dawî li êrîşên hewayî yên rê li ber binpêkirinên giran ên mafên mirovan û hiqûqê vedikin bên kirin û divê ji bo çareseriyê bi rêyên demokratîk û aştiyane pêvajoyên diyalog û muzakereyê bên destpêkirin.”