ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN 2022-11-28 09:00:17   * Li Mahabadê bi jineke ku cara yekemîn e tevlî çalakiyan bûye û dirûşma "Jin Jiyan Azadî" berz kiriye re hevdîtin dikim. Jina ku dibêje "min bi wê dirûşmê tirs danî aliyekî" behsa roja kuştina Kubra Şêxa Seqa dike û dibêje, "ew jineke şoreşger bû."   * Rojnameger Kawe Fetehî ku li Rojhilatê Kurdistanê dijî, tekildarî serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê anî ziman ku serhildana gelan a bi aweyekî xurt berdewam dike, heta niha gelek tişt jî guhertin û got: “Edî meşrûtiyeta hikumeta Îranê nemaye.”   * Derbarê xebatkara Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê F.O. ku tev li daxuyaniya têkildarî Denîz Poyraz de hatiye kirin bûbû de bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” îdianame hate amadekirin. Di îdianameyê de pankarta jinan vekir, dowizên hilgirtin û dirûşmeyên berzkirin weke delîlên sûc hatin nîşandan.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 630’an de dê berdewam bike.    * Baroya Amedê dê ji bo Tahîr Elçî yê beriya 7 salan hate qetilkirin ji ber deriyê avahiya edliyeyê heta Mînareya Çarling bimeşe û li wir daxuyaniyê bide. Pişt re jî wê serdana gora Elçî bê kirin. (10.15-14.30) ZINDΠ   * Rêxistinên hiqûqê wê ji ber salvegera 7’emîn a qetilkirina Serokê Baroya Amedê yê Berê Tahîr Elçî li ber Edliyeya Bakirkoyê daxuyaniyê bidin. (12.30)   * Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê, wê têkildarî tiştên di 25’ê Mijdarê de qewimîn li avahiya Şaxa Odeya Endezyaran a Buyukkent a Stenbolê daxuyaniyê bidin. (12.00)   * Rêxistina HDP’a Edeneyê wê têkildarî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li avahiya partiya xwe daxuyaniyê bide. (13.00)