Tevlibûna daxuyaniya ji bo Denîz Poyrazê weke ‘propagandaya rêxistinê’ hesibandin 2022-11-28 09:04:09   MÊRSÎN - Derbarê xebatkara Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê F.O. ku tev li daxuyaniya têkildarî Denîz Poyraz de hatiye kirin bûbû de bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” îdianame hate amadekirin. Di îdianameyê de pankarta jinan vekir, dowizên hilgirtin û dirûşmeyên berzkirin weke delîlên sûc hatin nîşandan.    Daxuyaniya ku Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo Denîz Poyraz a di 17’ê hezîrana 2021’an de ji aliyê Onûr Gencer ve di êrişa çekdarî ya li ser avahiya Rêxistina HDP’a Îzmîrê de hate qetilkirin, di 6’ê tîrmeha 2021’an de li Parka Aştî ya li navçeya navendî ya Akdenîza Mêrsînê li dar xistin bû mijara dozê. Derbarê xebatkara Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê F.O. ku tev li daxuyaniyê bûbû de ji sûcê “propagandaya rêxistinê” lêpirsîn hatibû destpêkirin. Îdianameya di çarçoveya lêpirsîna hate temamkirin de hate amedekirin li ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê ve hate qebûlkirin.    Di îdianameyê ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ve hatiye amadekirin de, daxuyaniya ku jinên HDP'yî û TJA'yî ji bo Poyraz dayî hatiye 'terorîzekirin' û derbarê F.O.’ya ku beşdarî daxuyaniyê bûyî wiha hate gotin: “Agahî hatine bidestxistin ku tev li çalakî û aktîvîteyên ku rêxistina terorê girîngiyê dide bûye.”   Di îdianameyê de hate diyarkirin ku F.O. di 28’ê îlonê de di operasyona li dijî xebatkarên şaredariyê de hatiye lidarxistin hatiye binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sûlh a Mêrsînê ve hatiye berdan. Di îdinameyê de di heman demê de pankarta “Têkoşîna me ya jinan dê li ser şopa Denîzan tecrîdê bişikîne, faşîzmê hilweşîne” , dowîzên “Jin jiyan azadî” , “Têkoşîna jinê li her derê ye” , “Tu xewn wê di nivî de nemînin” , “Denîz Poyraz nemir e” , “Em kesên pêdane kuştin nas dikin, Denîz Poyraz serhildana me ye” , “Faîlên Denîzê deshilata çete û mafya ya ji Peymana Stenbolê derketiye ye” , “Jin wê hesabê ji kujeran bipirsin” , “Ji tundiya dewlet û mêr re bes e, Denîz Poyraz Serhildana me ye” , “Cihê Jinê Şoreş e” , “Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye” û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Denîz Poyraz Nemir e” , “Bêdeng nebe, qasî ku tu bêdeng bibî wê dor were te” , “Em bêdeng nabin, natirsin û serî natewînin” , “Şehîd namirin” , “Poyraza Denîzan wê kujeran bifetisîne” , “HDP gel e, gel li vir e” , “Em ê bi berxwedanê serbikevin” , “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” , “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Gelê kurd neraze xwedî li azadiya xwe derkeve” weke delîlên sûc hatin nîşandan.    ‘JINEK HATE QETILKIRIN’   F.O. ku bi “Propagandaya rêxistinê” tê sûcdarkirin, di îfadeya xwe ya dema lêpirsînê hat dayîn de sûcdariyên li ser xwe qebûl nekirine û wiha gotiye: “Ji ber ku jinekê jiyana xwe ji dest da ez tev li çalakiyê bûm. Min li vir dirûşm berz nekir. Bi tev li bûna çalakiyê niyeteke min nîne ku ‘propagandaya rêxistinê bikim’. Ev tev li tu çalakî û aktivîteyên din nebûm.”   Darizandina F.O. wê di rojên pêş de dest pê bike.    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen