Canbaz: Divê em tecrîdê têk bibin û berxwedanê mezin bikin 2022-11-28 09:35:37   STENBOL - Berdevka Demê ya SMF’ê Dilşat Canbaz diyar kir ku dê encamên êrişa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giran bin û wiha got: “Divê em tecrîdê têk bibin û berxwedan û têkoşînê mezin bikin.”    Dewleta tirk bi hinceta teqîna di 13’ê mijdarê de li Taksîmê hatiye kirin, di 20’ê mijdarê de dest bi êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û ev êriş hem ji hêla bejahî û hem jî ji hêla hewayî bênavber didomin. Di encama van êrişan de gelek sivîl hatin qetilkirin û dibistan û nexweşxane hedef hatin girtin. Ji pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê, Berdevka Demê ya Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  a Stenbolê Dilşat Canbaz têkildarî êrişan bi ajansa me re axivî.    AKP-MHP'Ê PÊŞNÛMEYA LÊKOLÎNÊ RED KIR    Dilşat Canbaz bal kişand ser daxuyaniyên nûnerên desthilatdariyê yên hevnegirtî yên piştî teqînê û wiha got: “Tiliya desthilatdariyê di êrişê de heye. Piştî teqînê, êriş dest pê kirin û ev jî bi boneya hilbijartinê hatin kirin. Jixwe desthilatdarî beriya her hilbijartinê şer sor dike. HDP’ê ji bo lêkolînkirina teqîna Taksîmê pêşnûme da Meclisê lê AKP-MHP’ê red kir. Xuyaye ku li pişt teqînê planên cuda hene. Ev şer, li dijî gelê kurd, baweriyên herêmê, kêmnetewe, jin û destkeftiyên wan in. Ev desthilatdarî, xwe bi şer, xwîn û cenazeyan li ser pêyan digire.”    HELWESTA MUXALEFETÊ    Bi domdarî Canbaz qala tezkereyên ji bo êrişên derveyî sînor kir û ev tişt anî ziman: “Partiyên muxalefetê piştgiriyê didin van tezkereyan. Dema mijar bû şer, xwîn û nîjadperestî, her kes di dest de al li pêşiya her kesî dimeşe. Dema mijar bû kurd, jin, kedkar û bindest, hemû kes li hev dike. Bêguman pêdiviya wan bi dengên kurdan heye û dema ji bo ‘hevhelalkirinê’ tên, dê planên kurdan jî cuda bin. Hinek kes şer dikin, dagir dikin û dê cenaze werin û hûn jî dê vê qebûl bikin lê piştre jî dê qala ‘hevhelalkirinê’ bikin. Gelê kurd bi van gotinan naxape.”    'DÊ BEDELA WÊ GIRAN BE’    Di berdewamê de Canbaz got ku heke li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişeke berfireh bê kirin, dê encamên wê giran bin û wiha domand: “Rojava, bi bedelên giran hat avakirin. Bi pêşengtiya jinan xweserî hat ragihandin. Heke êrişeke berfireh bê kirin, dê gelên Rojava jî û gelên Tirkiyeyê jî bedelekî giran bidin. Lewma jî di vî şerî de kesek bi ser nakeve. Tifaqa Ked û Azadiyê dê li dijî van polîtîkayên şer her tim jiyanê biparêze. Dijderketina li dijî van êrişan, peywira welatparêz û sosyalîstan e. Weke tifaqê em ê li gelek deveran bi gel re hevdîtinan bikin û vê mijarê vebêjin.”   ‘EM JIYANÊ Û DESTHILATDARÎ JÎ MIRINÊ DIPARÊZE’    Canbaz, anî ziman ku dibe “kaosa” di navbera 7’ê hezîranê û 1’ê mijdara 2015’an de dîsa bê dubarekirin û wiha bi dawî kir: “Ji bo ku ev pêvajoya dîsa dubare nebe, divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin û pêvajoya çareseriyê bê destpêkirin. Êrişên dawî, bi xwe re xetereya şerê navxweyî dihewîne. Tecrîd îro tenê bi Îmraliyê re bisînor nîne. Li her deverê berbelav bûye. Ji bo bidawîkirina vê rewşê jî tekane rê destpêkirina pêvajoya çareseriyê û bidawîkirina tecrîdê ye. Lê desthilatdarî ne li gel vê ye. Desthilatdarî şer û mirinê, em jî jiyanê diparêzin. Ne desthilatdarî û ne jî muxalefet çareseriyê bo xwe nakin xem. Starta hilbijartinê bi şer dan destpêkirin. Lewma divê em tecrîdê bi dawî bikin û berxwedan û têkoşînê mezintir bikin. Divê her kes li dijî şer, zilm û dagirkeriyê xwedî helwest be û bertek nîşan bide.”    MA / Rûkiye Adiguzel