Akkaya ku înfaza wî hatiye şewitandin di hucreya yekkesî de tê ragirtin 2022-11-28 10:09:50   KONYA - Girtiyê bi navê Cengîz Akkaya ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Eregliyê tê ragirtin, li gel ku cezayê wî xelas bûye jî nayê berdan. Akkaya, niha jî di hucreya yekkesî de tê ragirtin.    Girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê, ji 4’ê cotmehê heta niha li dijî tecrîda girankirî û binpêkirinên mafan di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Her wiha înfaza girtiyan tê şewitandin û nayên berdan. Xwendekarê Zanîngeha Suleyman Demîrel a Ispartayê û rêveberê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Ispartayê Cengîz Akkaya, di sala 2015’an de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “heqareta li Erdogan kir” hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Ispartayê. Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 8 sal û bi hinceta îdiaya “heqaret li Erdogan kiriye” jî salek û 9 meh û 25 roj cezayê hefsê lê hat birîn. 5 sal piştre jî Akkaya sewqî Girtîgeha Tîpa T a Ereglî ya Konyayê hate kirin. Akkaya, demek piştre jî li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Eregliyê hat veguhestin. Bi sedema cezayên disiplînê, Akkaya ev 3 meh in di hucreya yekkesî de tê ragirtin.    NIHA HÊJ JI RÊXISTINÊ VENEQETIYAYE!    Li gel ku cezayê Akkaya xelas bûye jî nayê berdan. Akkaya, têkildarî mijarê wiha got: “Cezayê min xelas bûye lê nayêm berdan. Înfaza min şewitandine. Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê bi hinceta ‘Niha hêj ji rêxistinê veneqetiyaye’ înfaza min şewitandin. Her wiha poşmantî li min ferz kirin.”