Abdullah Ocalan: Sûriye dê qedera AKP’ê jî diyar bike 2022-11-28 10:55:39   NAVENDA NÛÇEYAN – Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina li Îmraliyê de nêzikatiya Erdogan a li hemberî Sûriyeyê weke nêzikatiyeke talûke dinirxîne û wiha dibêje: “Dê Sûriye, qedera AKP’ê diyar bike.”    Bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê re Efrîn, Cizîr û Kobanê ji hêzên rejîmê hatin rizgarkirin û “Rêveberiyên Xweser” hatin îlankirin. Di demên piştre di 15’ê îlona sala 2014’n de jî Kobanê bû hedefa êrişên DAIŞ’ê. Ji bo têkbirina şoreşa gel, DAIŞ’ê ji sê milan ve êrişî Kobanê kir. Lê şikestina wê ya li Kobanê, her wiha bû destpêka têkçûna wê ya mezin. Di 22’yê îlonê de ku êrişên herî dijwar li ser Kobanê bûn, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan peyama “Ketina Kobanê dê bibe ketina tevahiya Kurdistanê” û ev bang kir: “Hemû kes divê li gorî vê rastiyê tevbigere.” Li ser vê bangê jî kurdan berê xwe dan sînorê Kobanê.   SERHILDANA KOBANÊ   Li ser bangawaziya Abdullah Ocalan, kurdan li ser sînorê Kobanê xeta berxwedanê ava kir. Piştî axaftina Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a di 7’ê cotmeha 2014’an de ku digot; “Vaye Kobanê jî ha ket ha dikeve”, êdî hêrsa kurdan derket lûtleyê. Kurdên ku daketin kolanan, berxwedaneke mezin raber kir ku di dîrokê de weke “Serhildana Kobanê” hat nivîsandin. Vê serhildanê kir ku hêzên Koalîsyona Navneteweyî jî bikevin nava liv û tevgerê. DAIŞ, piştî “Serhildana Kobanê” hat şikandin û Kobanê piştî berxwedana 134 rojan di 26’ê Çileya 2015’an de hat rizgarkirin.    Lê belê desthilatdariya AKP’ê tehemûla serkeftina Kobanê ku li cîhanê deng veda nekir. Beriya êrişên li dijî Kobanê, di navbera salên 2013-2015’an de di çarçoveya “pêvajoya çareseriyê” de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin dihatin kirin. Di hevdîtina di mijdara sala 2013’an de serokwezîrê demê Erdogan wiha ji Şandeya Îmraliyê re digot: “Tekane xeteke me ya sor heye, ew jî Sûriye ye. Ez ê teqez bi tu awayî destûrê nedim ku avadaniyeke mîna Bakurê Iraqê çêbibe.”    TOLHILDANA AKP’Ê YA JI KOBANÊ    AKP’ê, piştî “Serhildana Kobanê” di 30’ê cotmeha 2014’an de Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) civand û biryara şer da. Her wiha ji kuştina 46 kesên di dema çalakiyên 6-8’ê cotmehê de ji hêla leşker û polîsan ve hatine kuştin jî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) berpirsyar girt. Di vê çarçoveyê de Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê, endam û rêveberên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de derheqê 108 kesan de doz hate vekirin. Di dozê de 108 kes bi 29 sûcên cuda hatin tawanbarkirin û ji bo her yekî cezayê 38 caran muebbeta giran û 19 hezar û 680 sal cezayê hefsê tê xwestin. Her wiha dosyaya ku weke “Doza Kobanê” tê zanîn, ji bo girtina HDP’ê jî weke hincet hat nîşandan.    BETEHEMÛLIYA AKP’Ê    Bêtehemûliya AKP’ê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vê yekê jî bisînor nema. AKP a ku komên paramîlîter ên weke Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) û Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) xistin dewrê, piştî ku fêm kir nikare encamekî bi dest bixe, îcar konsepta êrişan xist meriyetê.    Desthilatdariya AKP’ê, di 20’ê çileya sala 2018’an de li dijî Efrînê dest bi êrişê kir û êrişên xwe salek piştre di 9’ê cotmeha 2019’an de bi êrişên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî domandin.    BINGEHA ÊRIŞÊ HAT AMADEKIRIN   Piştî AKP di 24’ê tîrmeha 2015’an de dîsa li konsepta şer vegeriya, Erdogan her tim gefa “Di şevekê de dibe ku jinişkan ve bên” li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwarin û hedef nîşan da.    Erdogan ku beriya hilbijartinê hewl dide desthilatdariya xwe dîsa bidomîne, piştî ku nekarî ji êrişên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê encamekî bi dest bixe, îcar dîsa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir hedef. AKP’a ku teqîna li Taksîmê weke hincet nîşan da, di şeva 19’ê mijdarê de li dijî Kobanê û seranserî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş pêk anîn.    SÛRIYE XETA SOR E!   Beriya êrişên DAIŞ’ê, Erdogan gotibû; “Tekane xeteke me ya sor heye, ew jî Sûriye ye. Ez ê teqez bi tu awayî destûrê nedim ku avadaniyeke mîna Bakurê Iraqê çêbibe.” Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî wiha bersiv dabû vê gefa Erdogan: “Em jî dê bi tu awayî destûrê nedin ku kurd di nava dewleta navendî ya Sûriyeyê de bihelin. Ev yek jî xeta me ya sor e.”    TECRÛBEYA 20 SALAN A LI SÛRIYEYÊ   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 20 salan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ma û paradîgmaya “azadîxwaziya jinê, ekolojîk û demokratîk” xist meriyetê. Di hevdîtinên di navbera salên 2013-2015’an de ji endamên Şandeya Îmraliyê re got ku girîngiyeke mezin dide Rojava û têkildarî êrişan nirxandin û hişyarî kiribûn.    Abdullah Ocalan di hevdîtina 21’ê tîrmeha 2013’an de gotibû “Tecrûbeya min a 20 salan a li Sûriyeyê heye” û ev nirxandin kiribû: “Çareseriya li Tirkiyeyê çareseriya li Sûriyeyê, çareseriya li Sûriyeyê jî çareseriya li Tirkiyeyê ye.”    RASTIYA KOBANÊ    Rêberê PKK’ê di hevdîtina 9’ê mijdara sala 2013’an de jî gelek caran bal dikişand ser girîngiya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û ev nirxandin dikir: “Kobanê, hemû nakokî, dijbertî û derfetên sedsala 21’emîn di nava xwe de dihewîne. Xwedî wesfekî wisa ye ku bibe nifteya çarseriyê. Ew berxwedana biwêrek û destanî û hemû gelên me yên xwe xwedî li wê berxwedanê derdikeve, li gorî vê rastiyê tevgeriyaye. Di şesxê Necat Suphî Agirnasli de ez hemû şehîdên me yên ruh daye vê berxwedanê û malbatên wan silav dikim. Tişta ku di şexsê rêhevalê me Necat Suphî de derketiye holê, bawerî û dilsoziya me ya bi pêşeroja hevpar a hemû gelên me ye.”    DARBEYA PIŞTÎ ŞER    Beriya rizgarkirina Kobanê, Abdullah Ocalan di hevdîtina 9’ê çileya 2015’an de ev hişyarî kiribû: “Heke di şerê Kobanê de israr bikin, li pişt vê dê darbe bê. Li Kobanê darbeyek tê meyandin. Ev bûyera herî dawî ya duh li Parîsê pêk hatî, nîşan dide ku amadekariya darbeyeke nûwaze tê kirin. Vaye di 6-7’ê cotmehê de derket holê. Heke min name nenivîsanda, dê darbe pêk bihata. Ji we kesek di ferqa vê de nebû. Dev ji kuştina 40 kesan berdin, dê hejmareke bêdawî jiyana xwe ji dest bidana. Çerxa darbeyê hîn bêrehmtir tê gerandin. Heke li Sûriyeyê DAIŞ xelas bibe jî amadekariya DAIŞ’a duyemîn dikin. Divê em li benda pêngaveke Esad jî bin. Ji destpêkê heta niha min lewma Komîsyona Mîsak-i Mîllî pêşniyar kiribû. Helwesta erebperestiya Erdogan pir talûke ye. Xwest li ser Qeter û Erebistana Siûdî, Kobanê û Efrînê girêdayî ereban bike û Cizîrê jî girêdayî Başûr bike. Li ser Mûsil û deverên din ketin nava hesabên pir talûke.”   Rêberê PKK’ê di hevdîtina 27’ê sibata sala 2015’an de jî wiha gotibû: “Meseleya Sûriyeyê dê qedera hikûmeta AKP’ê diyar bike.”    Di hevdîtina di 14’ê adara sala 2015’an de jî Abdullah Ocalan ev hişyarî dabû: “Heke Rojava  tesfiye bibe, dê Toros jî Çukurova jî tesfiye bibin.”    MA / Ozgur Paksoy