Malbata Şenyaşar: Mala me ber deriyê edliyeyê ye 2022-11-28 13:15:50   RIHA - Ferît Şenyaşar ê li ber Edliyeya Rihayê Nobeta xwe ya Edliyeyê didomîne wiha got: “Nêzî du sal in mala me ber deriyê edliyeyê ye. Em amade ne ku li vir bi her kesî re hevdîtinê bikin û daxwazên xwe vebêjin.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 630’an de ye. Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber deriyê edliyeyê, bi lêv kirin ku mala wan ber deriyê edliyeyê ye.    ‘BER DERIYÊ EDLIYEYÊ BÛ MALA ME’    Ferît Şenyaşar ê li cihê Nobeta Edaletê lê digire bang kir, wiha got: “Têkoşîna me ya edaletê ku me bi dayika min re daye destpêkirin 630 roj in li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Hemû partiyên li Meclisê û yên ne li wir têkoşîna me ya edaletê dişopînin. Nêzî du sal in mala me bûye ber deriyê edliyeyê. Mala me ev der e. Em amade ne ku li vir bi herkesê re hevdîtinê bikin û daxwazên xwe vebêjin.”