‘Em ê destûrê nedin êrişan û Şoreşa Rojava biparêzin’ 2022-11-28 15:33:02   EDENE -  HDK, HDP û BMG’ê li dijî êrişên dewleta tirkên li ser Rojava, daxuyaniyek dan û wiha gotin: “Zîhniyeta desthilatdariyê bi êrişa li dijî Kobanê diyar dibe ku dilê Şoreşa Rojava ye. Weke mîratgirên kesên li dijî DAIŞ’ê li Kobanê şer kirin, em ê destûrê nedin van êrişan û Şoreşa Rojava biparêzin.”   Meclisa Bajêr a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a EDeneyê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê û Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) têkildarî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê, daxuyaniyeke hevpar dan. Daxuyanî li avahiya HDP’a Edeneyê hat dayîn û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî di daxuyaniyê de amade bûn. Daxuyaniya hevpar ji hêla endamê BMG’ê Bariş Kaya ve hat xwendin û Kaya got ku tifaqa AKP-MHP’ê starta hilbijartinê bi bombebarankirina gelê kurd daye destpêkirin.    Bariş Kaya, da zanîn ku tifaqa AKP-MHP’ê li dijî gelê kurd û destkeftiyên wan şerê dagirkeriyê daye destpêkirin û wiha domand: “Bi êrişa Taksîmê re ku bi destê çeteyên ji hêla dewletê ve tên xweyîkirin hate kirin, xwestin gel bitirsînin, şovenîzma li dijî gelê kurd sortir bikn û bingeha êrişên dagirkeriyê amade bikin. Divê bê zanîn ku ev kompasa dewletê ye. Desthilatdarî, di êrişên li dijî Herêma Kurdistanê de pêş neket û ji bo vê hezîmetê bide jibîrkirin, di erefeya hilbijartinê de xwst çîrokeke nû binivîse. Ji bo vê jî amadekariyên şer û dagirkeriyê dike. Zîhniyeta desthilatdariyê bi êrişa li dijî Kobanê re diyar dibe ku dilê Şoreşa Rojava, destkeftiya gelê kurd û sembola serkeftina li dijî wehşeta DAIŞ’ê ye. Weke mîratgirên kesên li dijî DAIŞ’ê li Kobanê şer kirin, em ê destûrê nedin van êrişan û Şoreşa Rojava biparêzin.”    Polîsên ku di dema daxuyaniyê de ketin û derketina avahî qedexe kirin, piştî daxuyaniyê jî nehişt kesên di avahî de û rojnamegerên ku daxuyanî dişopandin derkevin.