Tahir Elçî li gelek bajaran hat bibîranîn: Em ê di rêya têkoşînê ya Elçî de bimeşin 2022-11-28 15:42:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Baroyên gelek bajaran bi wesîleya 7’emîn salvegera qetilkirina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî daxuyanî dan û diyar kirin ku dewlet hewl dide cînayeta Elçî têxe nava cînayetên kiryarnediyar. Baroyan got ku dê têkoşîna Elçî bidomînin.   Hiqûnasên ji bo Edaletê, Piştevaniya Parêzeran, Koma Parêzerên Hemdem (ÇAG), Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Stenbolê, Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê (DÎH), Komeleya Hiqûqnasan a Kartalê, Parêzerên Beşdar (KAV), Parêzerên Demokratên Azadîxwaz (ODAV), Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqa Civakî û Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) bi boneya 7’emîn salvegera qetilkirina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî li pêşiya Edliyeya Bakirkoyê merasîma bîranînê li dar xist. Gelek parêzer tev li bîranînê bûn.    Di daxuyaniyê de wêneyên ku nivîsa “Em hemû Tahir Elçî ne” hilgirtin û pankarta “Tahir Elçî nemir e” vekirin. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Bijî aştî”, “Şehîd namirin” û “Em hemû Tahir Elçî ne, bi kuştinê tune nabin” hatin berzkirin.    ‘EM Ê ELÇÎ JI BÎR NEKIN’   Di daxuyaniyê de li ser navê rêxistinên hiqûqê, Hevseroka Şaxa OHD’a Stenbolê Esra Bîlen axivî. Bîlan, diyar kir ku di dosyaya lêpirsîna derheqê qetilkirina Elçî de tu pêşketin çênebûne û wiha got: “Di dosyayeke din a lêpirsînê de ku dozgerî dike, cenazeyê Elçî weke ‘cenazeyê terorîst’ hatiye nirxandin. Berpirsyarên siyasî yên bûne sedem ku hempîşeyên me di nava me de nebe, polîtîkaya şer kûrtir dikin û hemû mekanîzmayên hiqûq û darazê li gorî feraseta yekperest birêve dibin û weke amûrekî bi kar tînin. Em, jiyana Elçî û têkoşîna wî ji xwe re weke bingehek dibînin û dê dev ji vê têkoşînê bernedin. Em ê Tahir Elçî tu carî ji bîr nekin.”    Ji Înîsiyatîfa Nobedarê Edaletê parêzer Kemal Aytaç jî got ku nemiriya Elçî, ji nirx, sekn û têkoşîna wî tê û dê têkoşîna wî mezintir bikin.    Piştre jî beşdaran qurnefîl danîn ber wêneyê Elçî û bîranîn bi dawî bû.    ‘HEWL DIDIN BI NECEZAKIRINÊ XELAT BIKIN’   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê jî têkildarî qetilkirina Elçî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku tevî hemû gefan jî Elçî paşvegav neavêtiye û ev tişt hatin parvekirin: “Di rêya ku jê bawer de meşiya û têkoşiya. Tahîr Elçî her tim li dijî cînayetên siyasî yên kiryarnediyar, windakirinên di bin çavan de, polîtîkaya necezakirinê û rûxandinên şer têkoşiya. Niha hewl didin cînayeta Elçî jî têxin nava cînayetên kiryarnediyar û bi vê yekê kujeran xelat bikin.”    MÊRSÎN   Şaxên OHD û ÇHD’ê yên Mêrsînê jî têkildarî mijarê li pêşiya Edliyeya Mêrsînê daxuyanî dan. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê û Serokê Baroya Mêrsînê Gazî Ozdemîr jî tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê Şaxa OHD’a Mêrsînê Îbrahîm Kaya daxuyanî xwend. Kaya got ku dê di rêya têkoşînê ya Tahir Elçî de bimeşin û doza cînayetê jî ji nêz ve bişopînin.   ÎZMÎR    Şaxên ÎHD, ÇHD û OHD’ê yên Îzmîrê jî bi heman boneyê li pêşiya Edliyeya Îzmîrê daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Em te ji bîr nakin” hatibû vekirin û dirûşmên “Tahir Elçî rûmeta me ye” û “Tahir Elçî nemir lê li qadan dijî” hatin berzkirin. Sekreterê Giştî yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Coşkun Ustercî, Endamê PM’a HDP’ê Hacay Yilmaz, hevserokên HDP’a Îzmîrê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajar û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.    Daxuyaniya hevpar ji hêla Hevseroka Şaxa OHD’a Îzmîrê Şukran Ozturk ve hat xwendin. Ozturk, gotinên Elçî yên dawî yên li ber Mînareya Çarling xwendin û piştre jî wiha got: “Bi ser qetilkirina Elçî re 7 sal derbas bûn lê dewlet pir xemsar nêzî dozê dibe. Naxwaze kujeran bibîne û polîtîkaya necezakirinê xistiye meriyetê. Di salên 90’î yên tarî de Elçî di dozên komkujiyan ên ku polîs û leşkeran pêk anîn de pir li ber xwe da û bi dehan caran dewlet mehkûm kir. Niha jî hewl didin cînayeta Tahir Elçî, têxin ber cînayetên kiryarnediyar.”    BAROYA ÎZMÎRÊ    Her wiha Baroya Îzmîrê jî têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Elçî ji ewil rastî lînca civakî hat û wiha hat gotin: “Doza Elçî ev du sal in didome û daxwazên ji bo ronîkirina dozê tên redkirin. Têkoşîna ji bo derxistina rastiyê her tim tê astengkirin. Weke Baroya Îzmîrê, em Tahir Elçî ku parastvanê mafên mirovan û hiqûqê, qasidê aştiyê û dostê me bû, bi hezkirin û bi hesret bi bîr tînin. Ji bo ku hêzên tarî yên tiliya wan di kuştina wî de heye derxînin holê, dê dozê bişopînin û bibin berdevkên nirxên wî di oxira wê de jiyana xwe ji dest dayî.”