Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê: Em ê kolanan neterikînin 2022-11-28 16:27:57   STENBOL - Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê têkildarî tundiya polîsan a di dema çalakiyên 25’ê Mijdarê de daxuyanî da û da zanîn ku dê giliyê polîsan bikin. Platformê da zanîn ku tevî hemû êrişan jî dê dev ji kolanan bernedin.    Di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî de li Stenbolê jin bi pêşengiya Tunela Taksîmê ya Stenbolê kom bûn û xwestin meşekî li dar bixin. Lê belê polîsan êrişî jinan kir û gelek jê derb kirin û binçav kirin. Jinan, têkildarî êriş û tundiya polîsan li Şaxa Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Buyukkent a Stenbolê daxuyanî dan. Gelek jin tev li daxuyaniyê bûn û li eywanê pankarta “Em ji bo azadiya xwe bêdeng nabin, dev ji jiyana xwe bernadin û serî li ber tundiya mêr-dewletê natewînin” daliqandin. Beriya daxuyaniyê jî dîmenên têkildarî êriş û tundiya li dijî jinan di şeva 25’ê Mijdarê de hatiye kirin hat pêşandan.    DÊ GILIYÊ POLÎSAN BIKIN    Di civînê de endama platformê Ferîde Eralp axivî û da zanîn ku tundiya polîsan di şeva 25’ê Mijdarê de bi dawî nebû û duh dema ji bo 116 jinên binçavkirî çalakî li dar xistin jî hatiye binçavkirin. Eralp, da zanîn ku dê li dijî tundiya mêr-dewletê serlêdana sûc bikin û ev agahî dan: “Ji ewil em ê di 30’ê mijdarê saet di 13.00’an de li Çaglayanê gilî bikin. Banga me ji bo her kesên di 25’ê Mijdarê de tundî lê hatiye kirin ew e ku xwe bigihînin me. Em rê nedin ku ev tundî weke tiştekî asayî bê dîtin.    ÎŞKENCEYÊN POLÎSAN VEGOT   Ji endamên platformê Tulay Korkutan jî tundî û êrişên polîsan vegot û ev tişt anî ziman: “Tevî her cureyên qedexe, tundî û êrişên polîsan jî me kolan neterikandin û naterikînin. Korkutan, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Me bi dirûşm û pankartên xwe dest bi meşê kir û polîsan em dorpêç kirin. Xwestin bi mertalên xwe me bênefes bihêlin, bieciqînin. Hevaleka me li cem me hat girtin, dirêjî erdê kirin û pêhn li serê wê xistin. Pora me kişandin, mist li çavên me hatin xistin, çêrên zayendperest kirin û gef li me xwarin. Gelek hevalên me bi saetan ji piştve kelemçekirî man. Xwestin vê îşkenceyê weke tiştekî asayî nîşan bidin lê em vê qebûl nakin. Ya ku hatiye kirin, îşkence ye. Her wiha li Qereqola Taksîmê jî lêgerîna tazî li jinan hat ferzkirin.”   Parêzera platformê Tûgba Yilmaz jî da zanîn ku tundî li binçavkiriyan hatiye kirin, ew bûne şahidê vê tundiyê û tundî li wan jî hatiye kirin.  Nûçegihana BîrGunê Yaren Çolak jî di daxuyaniyê de got ku di dema şopandina çalakiyên jinan de rastî tundiyê hatine û hatiye binçavkirin.    ‘TENÊ EM DIKARIN XWE BIPARÊZIN’    Piştî axaftinan jî Ozengul Ergun daxuyaniya li ser navê platformê xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin ku AKP, ji bo parastina desthilatdariya xwe her tiştekî dike û li dijî hemû derdorên mîna wê nafikirin şer daye destpêkirin. Platfomê, destnîşan kir ku kesên kesên nekarîn pêşî li ber teqîna li Taksîmê bigirin û ev teqîn ji bo êrişeke li dijî Rojava weke hincet nîşandayîn, nikarin ewlehiya wan jî biparêzin û wiha bi dawî kirin: “Tenê em dikarin xwe biparêzin.”