Ji Girtîgeha Panosê 7 girtî hatin sirgûnkirin 2022-11-28 18:26:09   AGIRÎ- 7 girtiyên di Girtîgeha Panosê ya Tîpa L'yê de, îro danê sibehê sirgûnî girtîgehine din hatin kirin.    7 girtiyên di Girtîgeha Panosê ya Tîpa L'yê de sirgûnî girtîgehine din hatin kirin. Li gorî agahiyên ji malbatên girtiyan hatin girtin, danê sibehê gardiyanan girtî Alî Ejder Eryakût û 6 girtiyên din ji qawîşên wan derxistine û ew sirgûnî girtîgehine din kirin.   Nehat hînkirin ku bê 7 girtî sirgûnî kîjan girtîgehan kirine.