Doza Kobanê: Armanc cezakirina siyaseta demokratîk e 2022-11-28 19:16:40   ENQERE - Gultan Kişanak ku di Doza Kobanê de axivî, destnîşan kir ku tu eleqeya vê dozê bi şidetê re tune ye û wiha got: "Armanc cezakirina siyaseta demokratîk e."    Rûniştina 5'an a danişîna 19'an a Doza Kobanê ku ji ber çalakiyên Kobanê yên 6-8'ê Cotmehê hatibû vekirin û hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê, endamên Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê jî di nav de 108 kes tên darizandin, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê li Hêwana Danişînê ya Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) tevlî danişîna dozê bûn. Siyasetmedarên girtî yên di Girtîgeha Sîncanê de anîn hêwana danişînê û yên di girtîgehên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmenê (SEGBÎS) tevlî danişînê bûn.    Piştî navberê Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak axivî.    Kişanakê bilêv kir ku ji ber xebatên xwe yên di dema pêvajoya çareseriyê de tên darizandin û got ku Doza Kobanê ji bo jiholêrakirina siyaseta demokratîk hatiye vekirin. Kişanakê destnîşan kir ku di vir de siyaseta demokratîk xwedî roleke pir krîtîk e û got ku li cihekî ku siyaseta demokratîk lê tune be, rêya çareseriyê jî tune ye.    Kişanakê di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku heçî dixwaze dîroka meseleya kurdî hîn bibe divê li dîroka xwe vegere û got ku gava ji gelên herî qedîm ên Rojhilata Navîn gelê kurd bi tirkan re tevgeriyaye aştî li vî welatî rû daye. Kişanakê bilêv kir ku tu eleqeya PKK'ê bi Doza Kobanê re tuneye û got ku tu eleqeya vê dozê bi şidetê re tune ye, armanc careke din cezakirina siyaseta demokratîk e.   Danişîn heya sibê hat taloqkirin.