Li herêma operasyonê eskerekî din jî mir 2022-11-28 22:12:38       COLEMÊRG – Di operasyonên leşkerî yên li Herêma Kurdistana Federe de, leşkerekî din jî mir û 3 lekşerên din jî birîndar bûn.    Operasyonên leşkerî yên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) bi hevkariya PDK'ê di 17'ê Nîsanê de dabûn destpêkirin, didomin. Li gorî agahiyên bi dest ketin, di şerê li herêma operasyonê de çawîşê pispor Halîl Îbrahîm Yîgt miriye û 3 leşker jî birîndar bûne. Tê payin ku cenazeyê Yîgît piştî merasîma leşkerî ya li Tûgaya Qomandê ya Çiyê ya Colemêrgê ber bi bajarê wî Yozgatê ve bê şandin.    Hat diyarkirin ku leşkerên birîndar jî li nexweşxaneyên Sahrayê tên dermankirin.