Artêşa tirk cardin Kobanê bombeberan kir 2022-11-28 23:06:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên TSK'ê rojhilat û başûrê Kobanê bombebaran kirin.   Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Kobanê didomin. Hat diyarkirin ku Hêzên Çekdar ên Tirk gundê Qeremoxê yê li rojhilatê Kobanê û navenda tenduristiyê ya gund bombeberan kiriye.   Li gorî noçeya Rojnewsê TSK'ê bi çekên giran êriş biriye Tepê Miştenûrê yê Kobanê û mezrika Ehmed Munîrê ya Kobanê ku li başûrê bajêr dikeve.