Qeyûm pere di qaseya şaredariyê de nehiştiye: Nikare heqê şîrketê bide 2022-11-29 09:02:17   ŞIRNEX - Li Cizîrê qeyûman di 5 salan de ji bo 3 îhaleyan û revîzekirina 2 piran 104 milyon TL xerc kirine. Lê ji ber ku di qaseya şaredariyê de pere nemaye, qeyûm nikare 25 milyon TL heqê şîrketê bide.    Qeymeqam Faîk Arican ku di 20'ê tebaxa 2017'an de wekî qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê hat kirin, ji bo îhaleya "projeya pirê" bi milyonan perexerc kiriye. Ji bo pira ku 3 caran îhaleya wê hatiye kirin û 2 caran hatiye revîzekirin, zêdetirî 104 milyon TL pere hatiye xerckirin.    Lê qeyûm niha nikare heqê îhale û mersefê pirê bide. Qeyûmên ku vê projeyê wekî "projeya prestîjê" bi nav kirine, niha ji ber ku di qaseya şaredariyê de pere nehiştine nikarin heqê mesrefê wê bidin. Şîrketa Pekerê ku projeyê wergirtiye, ragihandiye ku ger qeyûm 25 milyon TL heqê wê nede dê xebatên xwe bide sekinandin.    Li gel vê hat hînbûn ku qeyûm ji bo karibe pereyê şîrketê bide dê ji bo 35 milyon TL'yî serî li Bankeya Îllerê bide.