Peywira Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya nû: Kêr dikare were dayîn! 2022-11-29 11:21:49 ENQERE - Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê di nav de dayîna kêran jî, gelek tişt girêdayî peywira Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê hatin kirin.    Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Berîvan Altan û Ceylan Şahînlî û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger di çarçoveya êrişên desthilatdariyê yên li dijî Çapemeniya Azad de, di 25’ê cotmehê de hatin girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Sîncanê. Rojnamegeran, binpêkirinên li girtîgehê nivîsandin.    SERDEGIRTINÊN QAWÎŞAN    Binpêkirinên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ku rayeyên nû dane Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê wiha ne:    * Lêgerînên li qawîşan ku mehê carekê dihatin kirin, êdî hefteyê 1-2 caran tên kirin. Di dema lêgerînan de hemû alavên girtiyan (bincil jî di nav de) tên belavekirin. Alav û cilên girtiyan diavêjin erdê yan jî tên desteserkirin. Çopên li qawîşê jî dirijînin erdê.    SEPANÊN BIÇÛKXISTINÊ   * Lêgerînên ser girtiyan êdî gihiştine asta tacîzê. Pêlav tên derxistin, li nava pora girtiyan tê nihêrtin, goreyên wan tên derxistin û sepanên biçûkxistinê tên ferzkirin. Rewşa behsa xeberê gihiştiye asteke wisa ku êdî binkirasê girtiyan radikin û dest didin navrahnê.    * Ev demekî dirêj di qawîşan de guhertin nayên kirin. Serlêdanên hinek girtiyan ev 4 sal in nayên bersivandin.    * Qursên tembûrê û inglîziyê bi hinceta ku daxwaza gelek nîne nayên vekirin.    BERDANA 9 GIRTIYAN TÊ ASTENGKIRIN    * Berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûye bi rapora ‘halê wî baş nîne’ ya Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê tê astengkirin. Berdana 9 girtiyên jin jî bi vî awayî tê astengkirin. Girtiyan, zexta ‘poşmantiyê’ red kirin û ev yek weke sedema astengkirina berdana wan tê nîşandan. Girtî, ji bo ku bersivê nedin pirsên ku raste rast girêdayî bîrdozî û raman, naçin cem lijneyê. Îcar jî lijne, bi vê hincetê nahêle girtî werin berdan.    LÊPIRSÎNA SILAVÊ!    * Derheqê gelek girtiyan de bi sedemên keyfî û di çarçoveya ‘îfadeyên’ xebatkarên girtîgehê de lêpirsîn tên destpêkirin. Silavkirina hev, strîna stranên kurdî, pîrozkirina Newrozê, çêkirina rêçalê û hwd. weke hinceta lêpirsîna tê nîşandan. Qedexeye ku girtî li korîdoran silavê bidin hev! Bi hinceta ku di dema hevdîtinan de silav dane malbatên girtiyên din, derheqê hinek girtiyan de lêpirsîn hatin destpêkirin.    * Hevdîtinên vekirî mehê carekê tên kirin û gardiyan bi qasî ku axaftinan bibihîsin di nava maseyan de digerin.    BISÎNORKIRINA NAMEYAN   * Postayên di nava girtîgehê de (posteya hundirîn) êdî bipere ne. Şert danîn ku li girtîgehê name cuda û kargo cuda bên şandin. Hejmara nameyên di nava zerf de hatin bisînorkirin. Hat qedexekirin ku du girtî nameyên xwe di nava heman zerfê de bişînin.    * Fatûre pir zêde tên û girtiyan neçar dikin ku heqê wan bidin. Mezaxtin bi ‘şêweyê pîşesaziyê’ tê hesabkirin û ji hesabên girtiyan di navbera 400 û 500 TL’an de pere tê birîn.    * Kovaran qet nadin û pirtûk jî bi mehan piştre didin.    PIRSGIRÊKA HEVDÎTINA SER TELEFONÊ    * Ji bo lêgerîna bidîmen, kabînên telefonan li qawîşan hatine bicihkirin lê ev hevdîtin bêpirsgirêk nayên kirin. Di dema hevdîtinan de gelek caran qutbûn çêdibe. Her wiha girtiyên siyasî nikarin ji mafê hevdîtina bidîmen sûd bigirin.    * Rûberên ku girtî di çarçoveya pêwîstiyê de bi derfetên xwe çêdikin, mînder û alavên din, bi hinceta ‘ji derveyî armancê tên bikaranîn’ tên desteserkirin.    LI QAWÎŞAN RÊ LI BER TACÎZÊ VEDIKIN    * Di hundirê qawîşê û pacên hewadariyê (paceyên ku gardiyan û rêveberiya girtîgehê hundirê qawîşan dibînin) bantên caman ên reş hatine xistin û bingeh ji tacîzê re hatiye amadekirin.    SEKINANDINA LI ODEYA ÇAVDÊRIYÊ    * Girtiyên ku roja ewil anîn girtîgehê yan jî ji girtîgeheke din hatiye sewqkirin, bi rojan li odeyên dengkî tî û birçî tên hiştin, pêdiviyên wan ên jiyanî nayên pêşwazîkirin û di sermayê de dimînin. Rojnamegerên jin ên mehek berê hatin girtin jî du rojan li van odeyên demkî (odeya çavdêriyê) hatin ragirtin, tî û birçî hatin hiştin û pêdiviyên wan ên jiyanî nehatin pêşwazîkirin.    * Rêveberiya girtîhê bersiva ‘ez ê mewzûatan li gorî xwe şîrove bikim’ dide girtiyên ku li dijî sepanên keyfî yên girtîgehê derdikevin.    FERZKIRINA LÊGERÎNA TAZÎ   * Di ketina girtîgehê de îşkenceya lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin. Girtiyên ku li dijî vê sepanê derdikevin, gef lê tên xwarin û tên derbkirin. Dema tê gotin ku lêgerîna tazî sûc e, ev bersiv tê dayîn; ‘Divê em lê binêrin bê ka li ser laşê we şopên derbkirinê, birîn û cebrê hene yan na.’    * Zext li girtiyan tê kirin ku tiştên divê rêveberiya girtîgehê pêşwazî bike û alavên xwemîrî yên qawîşan ji kantînê ji kîsê xwe bikirin. Dema girtî dibêjin hewceye rêveberiya girtîgehê bikire jî, alavên behsa xeberê bi rojan an jî bi hefteyan piştre tên dayîn. Ev alav gelek caran pir kêm tên dayîn.    * Dema girtî daxwaza mase û kursiyên ji bo xwarinê dikin ev bersiv tê dayîn; ‘xwarina xwe li erdê bixwin.’    * Li gel ku daxwazeke wan nabe jî girtiyên ku nû anîne girtîgehê di bin navê ‘hevdîtina bi midûr re’ de dibin Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê. Di van hevdîtinan de pirsên şexsî ji girtiyan tên kirin.    GIRTIYAN ACIZ DIKIN    * Rêveberiya girtîgehê gelek caran girtiyên nû hatine girtîgehê aciz dike. Têkildarî çendek derfetan de (perwerde, ol, pîşe û hwd.) forman tînin û dixwazin tije bike. Jê tê pirsîn bê ka ji kîna dînî ye. Her wiha dibêjin; ‘Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê dixwaze bi we re biaxive’ û girtî bêyî ku daxwazeke wan çêbibe derdixînin pêşberî lijneyê.    * Li girtiyên nû tê ferzkirin ku qertên nasnameyan ên ku rêveberiya girtîgehê amade kirine bi xwe re bigerînin.    * Dema ku daxwaz an jî pirsgirêkeke herî biçûk a girtiyan çêdibe, jê tê xwestin ku daxwaznameyê binivîse. Bi rojan piştre bersiva daxwaznameyê jî tê dayîn.    * Li gel ku girtî daxwaza hejmara daxwaznameyên şandina derveyî girtîgehê (dozgerî, wezaret, midûriyeta giştî ya girtîgehan, dadgeriya înfazê) dikin jî, nayên dayîn. Lewma jî heta bersiva daxwaznameyan neyê dayîn, girtî nizanin bê ka daxwaznameyên wan gihiştine binecihiyê yan na.    * Alavên xerab ên elektronîk (semawir, radyo û hwd.) bi hinceta ku ‘belgeya peywirdar’ nîne nayên çêkirin.    BIHABÛNA QANTÎNÊ    * Di rojên qantînê de her tişt pir biha tê firotin û tiştên pir bêqelîte tên firotin. Di gelek berheman de tenê cureyek heye. Rewşên taybet ên jinan tên paşguhkirin û tenê cureyekê petan tê dayîn.    * Di kişandina wêneyan de hejmar bi 3 kesan hatiye bisînorkirin. Qedexeye ku wêne li cihên ku pêlekan û cax lê xuya dikin bên kişandin. Her wiha di dema hevdîtinên vekirî de destûr nayê dayîn ku wêne bên kişandin.    * Berhemên weke zemq û bantê nayên dayîn. Nahêlin alavên ku diriyayîn an jî xerab bûyîn bên çêkirin. Girtî, dixwazin pirtûkên xwe yên di dema lêgerînan de hatine dirandin bi malêzê dîsa çêbikin lê bi îdiaya ku di nav de alkol heye tê astengkirin û derheqê girtiyan de lêpirsîn tê destpêkirin. Bi vê sedemê salek ceza li girtiyekî hat birîn.    KOTAYA ZILAM JI BO CIL Û BERGAN DANÎN   * Ji ber ku kotaya cil û bergan li gorî girtî/hikûmxwarên zilam hatiye diyarkirin,  rewşên taybet ên jinan tên paşguhkirin.    * Alavên paqijiyê yên ku divê serê mehê bidin girtiyan, di dawiya mehê de tên dayîn.    * Heta demekî dirêj nahêlin girtiyên nû yên hatin girtîgehê tev li çalakiyên civakî bibin. Hevdîtin nayên kirin û ji bo vê sedemek jî nayê nîşandan.    ÇALAKIYEKE CIVAKÎ TUNE YE   * Ev meheke nahêlin rojnameger tev li çalakiyên civakî yên weke sihbet, spor û hwd. bibin. Dema daxwaz tê kirin jî wiha tê gotin; ‘dê Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê biryarê bide.” Lê belê bersiveke nivîskî nadin vê daxwazê.    BERIYA LIJNEYÊ YEK GAV NAYÊ AVÊTIN   * Biryarên rêveberî û xebatkaran jî di nav de, hemû rayeyên girtîgehê niha dayîne destê ‘Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê.’ Bêyî biryara lijneyê, li girtîgehê yek gav nayê avêtin. Weke mînak; lijne biryarê dide bê ka kêra ji bo mitbexê hewce dike û ji kantînê tê kirin dê bidin girtiyan an na.    * Dan û standina bi çavdêriya rêveberiya girtîgehê di navbera qawîşan de tê kirin, bi hinceta ‘qedexeyê’ tê astengkirin. Nahêlin alavên zêde yên weke televîzyon, sarinc, semawir û hwd. ên li qawîşên din ku pir bihane bidin qawîşên din.    * Prûzên li beşa xwaringeha qawîşê naxebitin. Ji ber vê jî mimkin nîne ku alaveke teknolojîk li qadên hevpar bê bicihkirin. Tê ferzkirin ku televîzyon, sarinc û semawir li odeyan bên bikaranîn.    * Li girtiyên tên berdan ferz dikin ku tevahiya alavên xwe bi xwe re bibe. Destûrê nadin ku girtî alavên xwe yên weke televîzyon, sarinc û hwd. bide girtiyeke din.    ZEXTA TEDAWIYA BIKELEMÇEYÊ    * Dema girtî diçin nexweşxaneyê, tedawiya kelemçekirî lê tê ferzkirin. Dema girtiyan dibin nexweşxaneyê, leşker jî bi girtiyan re di odeya miayeneyê de dimînin. Di dema sewqa nexweşxaneyê de leşker heqaretan li girtiyan dikin.    * Her wiha mafê hevdîtinê yê girtiyan jî tê binpêkirin. Navên hevalan ên ji bo hevdîtinê hatine nivîsandin, bi sedema ‘ewlehiyê’ rastî lêpirsînan tên. Navên ku ji bo hevdîtinê di lîsteyê de hatine nivîsandin, ji ewil bo emniyetê tên şandin û bi mehan li benda bersiva lêpirsîna ‘ewlehiyê’ dimînin.”    MA / Berîvan Altan