Li Mêrsînê 12 kes hatin girtin 2022-11-29 12:17:58   MÊRSÎN -  Ji 23 kesên di 25'ê cotmehê de li Mêrsînê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin 12 kes bi hêceta parvekirinên ser medya dîjîtal hatin girtin.    Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Mersînê daye destpêkirin de bi hêceta “di amadehiya çalakiyê de ne” di 25’ê mijdarê de li navçeyên Tarsûs, Toroslar, Akdenîz û Yenîşehîrê di operasyonên hemwext de 23 kes hatibûn binçavkirin.    Piştî karûbarên li miduriyeta polîsan ên 23 kesên hatibûn binçavkirin bi dawî bûn, sewqî Dadgeha Cezaya Sulh a Mêrsînê hatin kirin. Dadgehê 11 kes bi şertê kontrola edlî berdan, ji ber parvekirinên medya dîjîtal 3 kes bi hêceta “endamtiya rêxistinê”, 9 kes jî bi hêceta “propagandaya rêxistinê kirine” bi giştî 12 kes girtin.