Newroz Ehmed: Armanca esasî şoreşa jinê ye ku li Rojava aj dide 2022-11-29 12:21:04   ENQERE - Endama Fermandariya Giştî ya HSD’ê Newroz Ehmed diyar kir ku êrişên li dijî Rojava di heman demê de êrişeke li dijî şoreşa jinan a li Îranê mezin dibe ye û wiha got: “Armanca bingehîn a Erdogan, şoreşa jinê ye ku li Rojava aj dide.”    Êrişên dewleta tirk ên di şeva 19’ê mijdarê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Herêma Federe ya Kurdistanê û Şengalê dayîn destpêkirin didomin. Desthilatdariya AKP’ê, teqîna li Taksîmê ya di 13’ê mijdarê de weke hincet nîşan da û niha jî gefên êrişêke bejahî dixwe. Rayedarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî teqîna li Stenbolê daxuyanî dan û gotin ku faîlên teqînê ji hêzên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk in.    Endama Fermandariya Giştî ya HSD’ê Newroz Ehmed, di rûniştina zoomê ya zindî de ku ji hêla Ofîsa Çapemeniyê ya Kongra Star û Yekînên Parastina Jin (YPJ) ve hat organîzekirin, moderatoriya wê rojnamegera îtalî Benedetta Argentieri dikir û zêdetirî 50 rojnamegerên biyanî tev li bûn de pirsên têkildarî rewşa dawî ya li herêmê, piştperdeya êrişên dewleta tirk, helwesta Koalîsyona li Dijî DAIŞ’ê ya Navneteweyî û Rûsyayê ya li dijî êrişan û xetereyên êrişan ên li ser mafên jinan bersivand.    BI ÊRIŞAN DAIŞ DÎSA ZINDÎ BÛ   Newroz Ehmed, diyar kir ku dewleta tirk ev demekî dirêj e fermandarên HSD’ê û rêveberên payebilind hedef digire û wiha got: “Di demên dawî de êriş zêde bûn. Êrişî nexweşxane, dibistan, ceyran û binesaziya herêmê dikin. Sivîl tên kuştin. Weke ku hûn jî dizanin li Dêrikê 11 sivî hatin kuştin. Di gelek êrişan de sivîl hedef girtin. Lê êrişî qadên leşkerî jî kirin. Ev yek, armanca Tirkiyeyê nîşan dide. Weke mînak; li Kampa Holê xistin ku bi hezaran DAIŞş’î û malbatên wan lê tên girtin. Li girtîgeh û navendên binçavkirinê yên DAIŞ’î lê tên ragirtin xistin. Me gelek caran vegotibû bê ka ewlehiya van girtîgehan çiqas zor e. Êrişên dewleta tirk dikin ku DAIŞ dîsa zindî bibe. Lewma ziyanê didin têkoşîna domdirêj a li dijî DAIŞ’ê tê dayîn. Ji roja destpêkirina êrişên dewleta tirk di 20’ê mijdarê de heta niha liv û tevgera DAIŞ’ê ya li herêmê jî zêde bûye. Hewl dan çêbûn ku ji Kampa Holê birevin. Me tespît kir ku hinek hucreyên DAIŞ’ê ketin nava liv û tevgerê. Heta êrişî hêzên me kirin. Li gel vê, gefên êrişa bejahî tên xwarin. Ev yek dê ewlehiya li herêmê serûbin bike. Heke êrişeke bejahî bê kirin, dê bi milyonan kes koçber bibe.   ŞOREŞA JINÊ DIKIN HEDEF    Ev êriş dê bandorê li tevahiya herêmê bikin. Tenê dê îslamîstên tundrew û komên terorê ji vê rewşê sûd bigirin. Konjonktura niha ji ya berê cuda ye û li hêla din hilbijartin heye. Li aliyê din jî şerê Ûkraynayê heye û dewletên garantor naxwazin Tirkiyeyê bigirin hemberî xwe. Erdogan ne tenê jinên li herêmê lê êrişî şoreşa jinan a li Îranê jî dike. Li Rojhilata Navîn şoreşeke mezin a jinan heye û welat bi welat belav dibe. Armanca esasî ya Erdogan, şoreşa jinan e ku li Rojava aj dide. Em neçarin ku bi hev re li dijî van êrişan derkevin.”   NATO DIBE HEVKARÊ SÛCÊ QIRKIRINÊ   Piştî Ehmed jî akademîsyen Lida Käyhkö ku xebatên xwe li Ingilistanê didomîne axivî û wiha got: “Girîngiya jeopolîtîk a Tirkiyeyê bi şerê Ûkraynayê re hîn zêdetir bû. Tirkiye ji vê valahiyê sûd digire. Tirkiye duyemîn mezintirîn artêşa NATO’yê ye û divê bersiva van êrişan bê dayîn. Êrişên li dijî HSD û Rêveberiya Xweser nayên qebûlkirin. Hemû dinya hay ji têkiliyên Tirkiye û DAIŞ’ê heye. Niha êrişî Kampa Holê dike û sedema vê her kes dizane. Kesek divê ji derewa Tirkiyeyê ya têkoşîna li dijî terorê bawer neke. Tirkiye di nava hewldana êrişa qirkirinê de ye. Dixwaze hêzên ku bi têkbirina DAIŞ’ê cîhan ji terorê xelas kirin tune bike. Tevî vê yekê jî NATO çekan difiroşe Tirkiyeyê û dibe hevkarê sûcê qirkirinê. Destûrê dide êrişên Tirkiyeyê yên li ser çar parçeyên Kurdistanê. Li hundir jî êrişî siyaseta demokratîk û siyasetmedaran dike. Ev yek nîşanî me dide ku meseleya wê ya esasî têkoşîna li dijî terorê nîne. Rojava li hemberî pergalên mêrserdest alernatîfek afirand. Nîşanî me da bê ka jin dikarin çi bikin û li dijî vê zexta tirsnak şer bikin. Bandora vê jî niha li Îranê dibe ku bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ li ber xwe didin. Tekane rêyeke heye ku ev xwîn bê sekinandin, ew jî çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên siyasî ye.”    PEYAMA PIŞTEVANIYA BI JINÊN ÎRANÎ RE    Ehmed, pirsên rojnamegeran jî bersivand û got ku hewldanên wan ên ji bo guftûgo û rêyên çareseriyê yên bi rejîma Sûriyeyê, Rûsya û DYA’yê re berdewam in. Têkildarî Îranê jî Ehmed ev tişt anî ziman: “Li Îranê îradeya gel di bin dorpêçê de ye. Rejîma Îranê, bi awayeke hovane êrişî çalakvanan dike ku daxwaza mafên xwe dikin. Em careke din dibêjin ku em bi jinên îranî re ne.”    'TU ELEQEYA ME BI ÊRIŞA TAKSÎMÊ RE NÎNE’   Bi domdarî Ehmed da zanîn ku dewleta tirk bi teqîna li Taksîmê re bingehek bo êrişên xwe amade kiriye û wiha pê de çû: “Em piştgiriyê didin her lêpirsînên serbixwe yên têkildarî teqîna li Stenbolê. Tu têkiliya hêzên me bi Albashir an jî bi faîlên din re nîne. Her wiha gelek xebatên me yên hevpar bi Swêdê re hene. Di mijara antî-terorê de jî hevkariya me heye. Planeke Tirkiyeyê hebû û xwest pêk bîne. Lê ya rast tu bandor li me nekir. Em dikarin bibêjin ku Tirkiye negihişt armanca xwe.”    'BERPIRSYARTIYÊN GELAN JÎ HENE’   Ehmed, got ku Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞ’ê piştî êrişên dewleta tirk kampanya daye destpêkirin û wiha derbirî: “Ji bo ku ev kampanya bi ser keve, berpirsyartî dikeve ser milê gelên wan welatan jî. Li vir jiyana bi milyonan kesan di bin xetereyê de ye. Em dixwazin di nava aramî û aştiyê de bijîn.”    ‘HÊZA ME HEYE KU LI DIJÎ ÊRIŞAN BISEKININ’   Herî dawî jî Ehmed ev tişt anî ziman: “Tirkiye ji ber rewşa xwe ya jeopolîtîk, xwe pir mezin dibîne. Hêzên navneteweyî dikarin ji bo pêşîlêgirtina êrişên dewleta tirk mieyîdeyan ferz bikin û rojnameger û siyasetmedar vê mijarê di rojevê de bihêlin. Piştevaniya gelan jî pir girîng e. Banga me ji bo hemû dost û hikûmetan ew e ku zextê li dewleta tirk bikin. Em ê li dijî van êrişan berxwedaneke mezin raber bikin. Hêza me heye ku li dijî van êrişan bisekinin.”