Malbatên girtiyan: Polîtikayên herî qirêjî li ser girtiyan tên meşandin 2022-11-29 12:52:37   AMED -  Ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî di çalakiya Nobeta Edaletê de axivî û wiha got: “Polîtikayên herî qirêjî li ser girtiyan û malbatên wan tên meşandin. Ev yek, rûreşiya vî welatî, ya partiyên siyasî û wezîrê dadê ye.”    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ku ji bo berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin li Amedê hatibû destpêkirin, di roja 378’an de berdewam kir. Xizmên girtiyan çalakiya xwe îro li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê li dar xist. Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî piştgirî dan çalakiya malbatan.    Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyên nexweş, Herdem Merwanî axivî. Merwanî, da zanîn ku çalakiya wan salek li pey xwe hişt û wiha domand: “Daxwazên me hêj berdewam in. Me gelek caran rewşa girtiyên nexweş xist rojev ê lê ev pirsgirêk hêj çareser nebûye. Rewşa girtiyên nexweş roj bi roj girantir dibe. Partiyên siyasî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê soz dabûn me lê heta niha jî ev soza xwe bicih neanîne.”   Bi domdarî Merwanî anî ziman ku tedawiya girtiyên nexweş nayê kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Girtiyan sirgûnî girtîgehên dûr dikin. Bi vî awayî têkiliya wan a bi malbatên wan re tê qutkirin. Partiyan soz dabûn me ku dema meclisê dest bi xebatê kirin dê vê mijarê têxin rojevê lê soza xwe bi cih ne anîn. Partiyên siyasî em xapandin. Polîtikayên herî qirêjî li ser girtiyan û malbatên girtiyan tên meşandin. Ew rûrêşî, rûreşiya vî welatî, partiyên siyasî û wezîrê dadê ye. Girtiyên me bi qurbanî hilbijartinê dikin û em vê nêzikatiyê şermezar dikin.”