Mazlum Ebdî: Tirkiye ji bo êrişeke bejahî li benda erêkirina Rûsya û DYA’yê ye 2022-11-29 17:03:41   NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî diyar kir ku Tirkiye ji bo êrişeke bejahî li benda erêkirina DYA û Rûsyayê ye û wiha got: “Heke tiştek jê re neyê gotin dibe ku di kêliyê de êriş bike. Em ê têkildarî teqîna li Taksîmê jî di demekî nêz de raporekî biweşînin.”    Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rojnamegeran re civîneke online li dar xist û pirsên wan bersivand. Ebdî, da zanîn ku êriş û zextên li ser herêma wan berdewam in û wiha got: “Gelê me û binesaziya herêmê hedef tê girtin. Di êrişên heta niha de herî zêde ziyan gihişt sivîlan. Êrişên li dijî binesaziya herêmê jî bandoreke pir neyînî li ser gel dike.”    TÊ PAYÎN KU JI BEJAHÎ VE ÊRIŞ BIKIN   Ebdî, da zanîn ku bi Hêzên Koalîsyona Navneteweyî re xebatên hevpar dimeşînin û wiha domand: “Ji ber êrişên hewayî yên niha jî didomin, me navber da têkoşîna li dijî DAIŞ’ê. Dema em li daxuyaniyên rayedarên dewleta tirk û agahiyên îstîxbaratê dinihêrin, dibêjin ku dê êrişeke bejahî bê kirin. Di halê hazir de HSD li dijî êrişên Tirkiye û çeteyên girêdayî wê li ber xwe dide. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em amade ne ku xaka xwe biparêzin.”    'DÊ BANDORÊ LI AŞTIYA CÎHANÊ BIKE’   Bi domdarî Ebdî got ku ji êrişan ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê tevahiya cîhanê bandor bibe û wiha pê de çû: “Ev êriş dê bandorê li hemû cîhanê û aştiya cîhanê bikin. Heke ev êriş dest pê bikin, em ê dîsa vegerin destpêkê û ew têkoşîna hatiye dayîn dê tevek vala derkeve. Bi milyonan kes li vê herêmê dijîn. Heke êriş bê kirin ev kes dê koçber bibin û drameke mirovahiyê derkeve holê. Liv û tevgera DAIŞ’ê ya li kampê zêde dibe. Yek ji armancên esasî ya van êrişan jî berdana DAIŞ’iyan e. Xetere li ser hemû destkeftiyên me heye. Civaka navneteweyî bertekan nîşanî êrişan dide lê bi têrî pêşîlêgirtina êrişên dewleta tirk nakin. Divê helwestên xurttir bên nîşandan.”    'EM Ê POZÎSYONA XWE LI GORÎ ÊRIŞAN NÎŞAN BIDIN’    Di berdewamê de Ebdî anî ziman ku wan li seranserî herêmê tevdîrên leşkerî girtine û ev tişt anî ziman: “Dê êrişên dewleta tirk bi Kobanê, Minbic û Til Rifatê bisînor nemînin. Dê Tirkiye li tevahiya sînor êriş bike. Em jî dê pozîsyona xwe li gorî van êrişan bigirin. Her wiha ewlehiya girtîgehên ku DAIŞ’î lê tên ragirtin baş nîne. Bi taybet jî dewleta tirk hêzên ewlekariyê yên Kampa Holê hedef digire. Em dibihîsin ku DAIŞ li vê derê êrişan pêk tîne. Ji bo ku em bikarin tevdîrên ewlehiyê yên berê bigirini, divê êrişên Tirkiyeyê bi dawî bibin.”    LI BENDA ERÊKIRINA DYA Û RÛSYAYÊ NE   Têkildarî helwesta Rûsya û DYA’yê de jî Ebdî wiha got: “Tirkiye bi awayekî rasthatî êrişî herêmê dike. Di êrişên berê de deverên diyarkirî kiribûn hedef. Lê di van êrişên dawî de tenê bi herêmekê bisînor nîne. Bi awayekî rasthatî êrişî her deverê û binesaziyê dike. Leşkerên rejîma Sûriyeyê dikuje. Tirkiye li benda erêkirina Rûsya û DYA’yê ye. Heke îtîrazeke xurt nebînin, dibe ku jinişkanve êriş bikin. Me ji Rûsyayê xwest ku li gorî peymana di sala 2019’an de tevbigerin.”   TEQÎNA STENBOLÊ    Pirsa derheqê teqîna Stenbolê de jî Ebdî wiha bersivand: “Di serî de divê ez bibêjim ku tu eleqeya me bi teqîna li Stenbolê re nîne. Em dixwazin bi qasî ku ji destê me tê alîkariyê bidin lêpirsînê. Heta niha her tim medyaya tirk agahî bi raya giştî re parve kirin. Me jî ev agahî xwestin. Me malbatên kesên navborî lêkolînkirin. Me derxist holê ku tevahiya malbata wê têkiliya xwe bi DAIŞ’ê re heye. Îdia kirin ku kesekê bi navê Bîlal Hassan têkiliya xwe bi YPG’ê re heye Lê tu eleqeya me bi vî kesî re nîne. Em ê têkildarî mijarê di demekî nêz de raporekê parve bikin.”