DBP: Bi helwesta birêz Ocalan berprisiyariyê hilgirin 2022-11-29 19:35:02   AMED - DBP'ê têkildarî helwesta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ku gava CPT'yê serdana Îmraliyê kiribû hevdîtina bi heyeta CPT'yê re qebûl nekiribû, daxuyanî da. DBP'ê di daxuyaniya xwe de got: "Em bang li hemû gelan dikin ku bi vê helwesta birêz Ocalan berpirsiyariyê hilgirin."    CPT'yê di Îlona 2022'yan de serdana Îmraliyê kiribû, lê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 20 meh in tu xeber jê nayên girtin hevdîtina bi CPT'yê re qebûl nekiribû. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî mijarê bi nivîskî daxuyanî da.    DBP'ê di daxuyaniya xwe de bal kişandiye ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ji 25'ê Adara 2021'ê ve xeber jê nayên girtin wiha got: "CPT di Îlona 2022'yan de serdana Girtîgeha Îmraliyê kir. Lê tê gotin ku birêz Ocalan hevdîtina bi CPT'yê re qebûl nekiriye. Ev yek nîşan dide ku bê tecrîd hatiye asteke çawa." DBP'ê di berdewama daxuyaniya xwe de destnîşan kiriye ku di girankirina tecrîdê de rola saziyên navneteweyî heye û wiha got: "CPT, ne li teref hiqûqa navneteweyî, li teref hiqûqa serdestan û berjewendiyên tevdigere. Ji ber ku erka navneteweyî ya CPT'yê nemaye, birêz Ocalan hevdîtina pê re red kiriye. Lewma em bang li hemû gelan dikin ku bi vê helwesta birêz Ocalan berpirsiyariyê hilgirin."