Li Colemêrgê ji 16 kesên hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin 2022-11-29 20:40:24   COLEMÊRG – Li Colemêrgê ji 16 kesên di 27'ê Mijdarê de di avaêtina ser malan de hatibûn binçavkirin, 3 kes hatin girtin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê de ku bi îdiaya “alîkariya ji bo rêxistinê”, “parvekirinên li ser medyaya sanal” û “propagandaya rêxistinê” der barê 17 kesan de hatiye destpêkirin, polîsan di 27'ê Mijdarê de li navenda Colemêrgê û navçeyên wê Gever û Şemzînanê bi ser gelek malan de girtin. Di avêtina malan de li navenda Colemêrgê 5, li Geverê 6 û li Şemzînanê jî 5 kes hatibûn binçavkirin.    Welatiyên bi navê L.T, O.B.E, O.A, S.A, M.K, E.G., Î.K., A.E, Z.K, A.T, C.Ç, R.A, M.A, S.I, A.O. û kesekî navê wî nehat hînkirin, piştî 2 rojên di binçavan de sewqî dozgeriyê hatin kirin. 13 kes piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan û “M.A, S.I. û A.O. bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Colemêrgê hatin kirin. Dadgehê her 3 kes girtin.