MYK’a HDP’ê civiya 2023-01-16 14:24:22   ENQERE - Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê bi rojeva mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê, hilbijartin û “Konferansa Komara Demokratîk” civiya.    Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi serokatiya Hevserokên Giştî Pervîn Buldan û Mîthat Sancar civiya. Di civîna ku li Navenda Giştî ya HDP’ê de tê lidarxistin de, wê mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê ya ku di 15'ê çile de li Kartala Stenbolê pêk hat bê nirxandin û xebatên li ser amadekariyên hilbijartinê bên nirxandin.   MYK dê di civînê de dê xebatên têkildarî “Konferansa Komara Demokratîk” a ku dê di 4-5’ê sibatê de li Stenbolê bê lidarxistin bigire rojeva xwe.    Her wiha tê payîn ku MYK’a HDP’ê di civînê de 22 meh in agahînegirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiya parlamenterên HDP’ê ya li dijî tecrîda Îmraliyê daye destpêkirin jî dê hilde rojeva xwe û binirxîne.