Cerdevanê ku zaroka 14 salî tacîz kiribû hate berdan 2023-01-22 09:00:56   ŞIRNEX - Li bajaroka Dêrahînê ya Qilebanê cerdevanê bi navê Ç. B. tacîza zayendî li zaroka 14 salî kiriye. Li gel ku cerdevan ji ewil hatiye binçavkirin jî lê piştre hatiye berdan.     Li zaroka 14 salî ku xwendekara dibistana amadehî ye, di 9'ê çileyê de li  bajarokê Dêrahînê ya girêdayî navçeya Qilêban a Şirnexê tacîza zayendî hate kirin. Cerdevan Ç. B., ê ku xizmê zarokê ye tacîza zayendî li zarokê kir. Piştî ku zarok bûyerê ji mamosteyê xwe yê dibistanê re vedibêje, bûyer derdikeve holê.    Paşê mamosteyên ku bûyerê dibihîzin zarokê dibin qereqolê. Piştre Ç.B., hat binçavkirin û bi du îfadeya li dozgeriyê re bi şertê kontrola edlî hate berdan. Midûriyeta Malbat û Polîtîkayên Civakî, zarok hildan bin parastinê.    Hat diyarkirin ku gef li wan mamosteyên ku bûyer eşkere kirine hatiye xwarin. Hat zanîn ku bavê zarokê ku cerdevan e jî hewl dide ser bûyerê bigire.    'DIXWAZIN SER BÛYERÊ BIGIRIN'   Xizmeke zarokê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê wî were eşkerekirin, wiha qala bûyerê kir: “Bûyer di 9’ê çileyê de qewimî. Xwendekar rewşê ji mamosteyekî dibistanê re vedibêje. Piştre mamoste, xwendekarê dibe qereqolê. Piştî îfadeya li qereqolê hat girtin, cendirme ji bo Ç.B. binçav bikin çûn mala wî. Lê belê ewilî xwe veşart, piştre saet di 03.00'an de li mala xwe ji aliyê cendirmeyan ve hat girtin. Piştî ku hat binçavkirin birin Edliyeya Qilebanê. Serdozgeriyê ew bi şertê kontrola edlî berda. Piştre jî zarok ji bo parastinê birin. Bavê keçikê beşdarî operasyona li Iraqê bûbû. Piştî vê bûyerê bi lez û bez bavê wê ji cihê operasyonê anîn. Bav hewl dide ku keça wî giliyê xwe paşve bikişîne. Hat zanîn ku faîl esrarê dikişîne hem jî esrar û bonzaiyê difiroşe. Tê gotin ku dawî li cerdevantiya Ç.B. hatiye anîn."    GEF LI MAMOSTEYÊN KU BÛYER DERXISTIN HOLÊ TÊN XWARIN   Xizmê zarokê diyar kir ku gef li mamosteyên ku bûyer eşkere kirine jî hatiye xwarin û wiha domand: "Hewl didin vê bûyerê veşêrin. Bibin dengê vê zarokê. Hewl didin wê bixapînin û bînin malê. Bavê wê ji bo ku keça xwe bîne malê serî li Wezareta Polîtîkayên Malbatê û Civakî da. Li vê zarokê xwedî derbikevin, bila dengê wê were bihîstin.”   Me xwe gihand rêveberiya dibistanê û rêveberiyê da zanîn ku bûyer ji wan re hatiye ragihandin û zarok niha di bin parastinê de ye.