Tosûn: Giştînameya Wezareta Dadê çareseriyê nayîne 2023-01-23 09:02:16   STENBOL - Parêzer Jiyan Tosûn diyar kir ku giştînameya Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş ne çareserî ye û got: “Tekane çareserî ew e ku xalên ‘cihêkar’ ên di Qanûna Bingehîn de ji holê bên rakirin.”    Li gorî daneyên ÎHD'ê yên nîsana 2022'an, li girtîgehên Tirkiyeyê 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Dîsa li gorî daneyên komeleyê di sala 2022’yan de 76 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane, 35 jê ji ber nexweşiyên xwe mirin e. Îktidara ku guhê xwe ji hemû bangên ji bo bi dehan girtiyên jiyana xwe ji dest dane re girtiye, 8 xalên "Nexweşiya daîmî" ya bi navê "Pêvajoya Sivikkirina an Rakirina Cezayên Kesên Ji ber Astengdaran û Nexweşiya Daîmî" hat weşandin. Bi giştînameya Wezareta Dadê cudakariya di navbera girtiyên nexweş de careke din derket holê.   Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê parêzer Jiyan Tosûn giştînameya Wezareta Dadê nirxand.    ‘CIHÊKARÎ DIXIN NAVA GIRTIYÊN NEXWEŞ’    Tosun anî ziman ku ji ber qanûna înfazê di nav girtiyên nexweş de jixwe "cihêkarî" heye û ev giştînameya ku piştî mirina Korgeneral Avar hatiye dayîn nîşaneya vê "cihêkariyê” ye. Tosun diyar kir ku di giştînameya ku ji aliyê îktidarê ve hatiye amadekirin de derbarê rewşa girtiyên nexweş de tiştekî nû nîne û wiha got: “Her wiha di demeke ku gelek girtiyên nexweş li girtîgehan dimînin, wan nabin nexweşxaneyan jî danezanek hat dayîn. Girtî di dema sewqkirina nexweşxaneyan de bi gelek muameleya xirab re rûbirû dimînin. Bêguman zehmet e ku bêje ku ev giştîname dê bi kêrî tiştekî were.”    ‘ÇARESERÎ GUHERTINA QANÛNA BINGEHÎN E’    Tosun da zanîn ku daxwazên gelek aliyan bi taybetî jî parêzvanên mafên mirovan ên têkildarî guhertina Qanûna Ceza û Înfazê û guhertina avahiya Saziya Tiba Edlî (ATK) hatin paşguhkirin û wiha got: “Ev danezan ango giştînameya dawî ne çareserî ye. Ne jî hêviyeke ji bo girtiyên nexweş. Pirsgirêka girtiyên nexweş bi girtina pêşniyarên saziyên sivîl dikare bê çareserkirin. Mesele ne tenê berdana girtiyên nexweş e. Şert û mercên girtîgehên li Tirkiyeyê dibe sedema nexweşiyê. Tecrîda giran dibe sedema gelek pirsgirêkên derûnî. Bi heman awayî, kêmxwarinî jî dibe sedema gelek sedeman. Gelek pirsgirêkên din hene. Ji ber ku gelek pirsgirêk hene, nabe ku hemû pirsgrêk bi giştînayemek were çareserkirin. Tekane çareserî ew e ku xalên ‘cihêkariyê’ yên di Qanûna Bingehîn de werin rakirin.”