Deriyê sînor heye, lê bazirganî tune ye 2023-01-26 09:02:08 WAN - Serokê berê yê Odeya Hesabgir û Muşavîrên Malî yê Serbest Îbrahîm Şahîn diyar kir ku çendî li Wanê deriyên sînor hene jî di îxracatê de di rêzên dawî de ye û ev ji ber polîtîkayên dewletê ye.    Wan, bi weziyeta xwe ya jeopolîtîk ew bajar e ku Rojhilata Dûr û Asyaya Navîn digihîne Ewropayê. Di navbera Wan û Îranê de deriyê Sînor ê li navçeya Seravê, deriyê sînor ê li navçeya Elbakê û Deriyê Sînor ê Gelîncîkê heye. Lê Deriyê Sînor ê Gelîncîkê ji sala 1900'î ve girtiye û Deriyê Sînor ê Kapikoyê jî ji ber kotaya ji aliyê Îran û Tirkiyeyê ve hatiye danîn bazirganî lê nayê kirin.    Li Wanê ku nifûsa wê di ser milyon û 200 hezarî re ye û bajarê mezin e, rêjeya betalî û xizaniyê di biniya seranserê welêt de ye û di îxracatê de jî di rêzên dawî de ye.    Serokê berê yê Odeya Hesabgir û Muşavîrên Malî yê Serbest (VAN SMMMO) Îbrahîm Şahîn, weziyeta erdnîgariyê ya bajêr û rewşa bajêr nirxand.    BAJARÊ LI SÎNOR E, LÊ ÎXRACAT TUNE YE   Şahîn destnîşan kir ku Wan bi weziyeta xwe ya erdnîgarî li cihekî girîng e û bi dîroka xwe jî bajarekî qedîm e, lê belê îro ro vê mîsyona xwe ya girîng nikare bidomîne. Şahîn got: "Niha gava em di warê îxracatê de lê mêze dikin, Wan bajarekî li sînor e. Hem nêzî çend welatan e hem jî çend deriyên wê yên sînor hene. Lê dîsa jî em dibînin ku ew îxracat û îthalata tê xwestin pêk nayê. Jixwe îxracat di salên dawî de pir kêm bûye. Li gorî lêkolînên hatine kirin, Wan di îxracatê de di rêza 69'an de ye. Halbûkî 60 kîlometre wêdeyî bajêr deriyê sînor heye. Diviyabû ev hejmara bi awayekî din bûna. Lê mixabin bajar niha di warê îxracatê de ne di wê asta tê xwestin de ye. Gelek sedemên vê hene. Sedemên wê yên ji ber qanûnan hene. Mesela Deriyê Sînor ê Kapikoyê yê di navbera Wan-Îranê de ji bo bazirganiyê girtiye. Armanca vî deriyî bazirganiya sînor e, lê ji ber kotayên ku Îran û Tirkiyeyê ew danîn bazirganî nayê kirin. Sedemeke din jî li bajêr hilberîn kêm e. Teşwqên ku dewlet wan pêk tîne têr nakin. Hêza kar û xebatê heye, lê ji ber nebûna veberhênaniyê asta îxracat û îthalata bajêr kêm e. Li Wanê îxracat di warê çêke-bifiroşe' de ye. Yanî ber ji derve tê stendin û heman ber cardin bi qeyda îxracatê ber bi Îranê vê tê şandin."    LI WANÊ NAYÊ   Şahîn destnîşan kir ku deriyê sînor ê Wan-Îranê ne di wê asta ku tê xwestin de ye û wiha pê de çû: "Îxracat pir kêm e. Ji bo sala 2023'yan di îxracatê de hedef wekî milyarek dolar hatiye diyarkirin, lê lê gava em li hejmarên berê mêze dikin wisa xuya dike ev hejmar ne pêkan e. Bajareke pir li paş hedefa diyarkirî maye. Ev jî li Wanê nayê. Ez wisa difikirim ku neheqî li Wanê tê kirin."    JI SEDÎ 20'Ê KARGEHAN HATIYE GIRTIN   Şahîn da zanîn ku ji xeynê rewşa îxracatê, rewşa esnafên Wanê jî xirab e û wiha got: "Jixwe li Tirkiyeyê aloziyeke aborî heye. Li bajêr 22 hezar esnaf hene. Di salên dawî de nêzî 500 şîrket, kooperatîf û esnafên qeydkirî hatin girtin. Ev yên qeydkirî ne. Yên ne qeydkirî jî hene. Gava em wan jî hesab bikin, em dikarin bibêjin ku li Wanê ji sedî 20'ê kargehan hatine girtin. Ev bajar jixwe her tim deyndar e, û dê wisa bidome. Li gor çavdêriyên ku em her sal dikin, gelek mirov di bin deynên bankeyan de mane. Yanî Wan, bajarekî xizan e. Li bajarên xizan, bazirganî ne pêkan e. Fabrîkeyên berbiçav tune ne. Ên berê hatin vekirin jî hatin girtin. An jî wan veguherandine atolyeyan. Atolye jî qezencê li bazirganiya bajêr zêde nakin."    WANÎ DEST JI BAJÊR BERDIDIN   Şahîn destnîşan kir ku ji ber ku li bajêr hilberîn tune ye, xizanî û betalî zêde ye di sala dawî de gelek eks koçî bajarine din kirine û wiha domand: "Mirov ji bo debara xwe ji bêgavî berê xwe didin bajarên rojavayê Tirkiyeyê. Her sal dibêjin 'Dê Wan bibe navenda cazîbeyê.' Ev tenê ji bo hilbijartinê ye. Ji bo bibe navenda cazîbeyê, divê şert û merc bên başkirin. Yanî divê li bajêr teşwîqên cidî bên kirin, binesaziya bajêr bê temamkirin. Ev tune ne, dê 'çawa bibe navenda cazîbeyê?' Dest ji navenda cazîbeyê berde, mirov dest ji bajêr berdidin berê xwe didin bajarine din. Di atmosfereke wiha de ne pêkan e mirov behsa navenda cazîbeyê bike. Wan bajarê mezin e, lê ev tenê sembol e. Em li bajarekî e li gor şaredariya mezin, ne li gor statuya bajarê mezin dijîn. Halbûkî li bajarên mezin veberhêniyeke mezin divê, teşwqîên cidî divên."    SEDEM MESELEYA KURDÎ YE   Şahîn di dawiyê de destnîşan kir ku çareseriya van pirsgirêkan demokrasî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Helbet di bingeha meseleyan de meseleya kurdî heye. Li welatên modêrn û demokratîk pirsgirêk bi nîqaşan tên çareserkirin. Yanî demokrasî, hiqûq û mafên mirovan têgehên girîng in. Ger ev tune bin, di warê aborî de jî hûn ê bi ser nekevin. Aborî aranî û ewlehiyê divê. Yanî li nêvengeke ne ewle, pêşketina aboriyê ne pêkan e. Bi ewlehiyê re dê xizanî û betalî kêm bibe û aborî xurt bibe."