Delegasyona Navneteweyî: Têkoşîna gelê kurd têkoşîna demokrasî û mafên mirovan e 2023-01-26 19:18:44 AMED- Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê, serdana KCD, DBP, KKP, PÎA û partiyên din ên Tifaqa Kurdistanî kir û diyar kir ku têkoşîna gelê kurd têkoşîna demokrasî û mafên mirovan e.    Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ku ji hiqûqnas, rojnamevan û akademîsyenan pêk tê û ji 7 welatan 36 kes tê de cih digirin, îro 12 endamên wê serdana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiyên Tifaqa Kurdistanî kir. Heyet ewilî serdana KCD û DBP'ê kir. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk heyetê pêşwazî kir.    'GELÊ KURD BI FIKAR E'   Ewilî Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî. Aydenîzê destnîşan kir ku pir girîng e ku şandeya hatiye tecrîdê kiriye rojeva xwe û got: "Meselaya tecrîdê ji bo gelê kurd, ne meseleyeke hiqûqî ye, di heman demê de meseleyeke exlaqî û wijdanî ye."    Aydenîzê diyar kir ku gelê kurd sed sal in bi polîtîkayên asîmlasyon, qirkirin û înkarkirinê re rû bi rû ye û got: "Êdî hatiey asta ku behsa kurdîtiyê neyê kirin. Abdullah Ocalan ji salên 70'î ve kurdan ji nû ve vejand, bîra neteweyî peyda kir û ew anîn van rojan. Birêz Ocalan cardin zemîna siyaseta demokratîk ava kir. Meseleya kurdî ji bo bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin, banga ji bo aştiyê kir. Birêz Ocalan, pêşengekî ku zemîna siyaseta demokratîk ava kiriye. Birêz Ocalan ji bo avakirina demokrasiyê ev qasî têdikoşe, lê raya navneteweyî vê yekê ji nedîtî ve tê. Ev di warê siyaseta demokratîk de rewşeke xirab e. Ji 99'an ve helwestên taybet hene, lê du sal in bi tu awayî xebar nayê girtin. Ev jî fikarine cidî li gelê kurd peyda kirine."    ‘VEGUHERÎ ÎŞKENCEYÊ'   Aydenîzê destnîşan kir ku gelê kurd bi salan e li dijî tecrîdê têdikoşe û got: "Birêz Ocalan ji bo gelê kurd pêşengekî pir girîng e. Tirkiye di tecrîdê de israr dike û ev gihaştiye asta îşkenceyê. Ev polîtîkaya îşkenceyê ji birêz Ocalan dest pê kiriye û li tevahiya girtîgehan belav bûye. Ger em rabin binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê bihejmêrên dê bi saetan bidome." Aydenîzê anî ziman ku îro girtina bi hezaran siyasetmedarên kurd berdewma polîtîkayên tecrîdê ye.    Aydenîzê di hevdîtinê de bal kişand ser serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re jî û got ku serlêdan nayên bersivandin.    Paşê Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî. Ozturk jî bal kişand ser girîngiya serdanê û got: "22 meh in tu xeber ji birêz Ocalan nayê girtin. Çima kes deng ji xwe dernaxe? Îro bi milyonan kes ji ber birêz Ocalan bifikar e. CPT çima bêdeng e? Her kes divê li ber tecrîdê rabe."    Piştî axaftinan heyetê pirsên xwe kirin. Heyetê destnîşan kir ku têkoşîna gelê kurd di heman demê de têkoşîna ji bo demokrasî û mafên mirovan e.    Heyet paşê serdana Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Azadiyê, Partiya Demokrata Kurdistanê ya Tirkiyeyê (T-PDK), Partiya Kurdistana Demokrat a Şoreşger (DDKP) kir. Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê PÎA'yê Mehmet Kamaç û rêveberên partiyên Kurdistanî yên din heyetê pêşwazî kirin.    Di serdanê de Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan ne derî meseleya kurdî ye û xwest Ocalan serbest bê berdan.    Serokê Giştî yê PÎA'yê Mehmet Kamaç jî destnîşan kir ku tecrîd meseleyek mirovî ye û got: "Heya tecrîd neyê rakirin dê neçareserî bidome."